Qirkirina siyasî: 12 HDP’yî hatin destgîrkirin -HATE NÛKIRIN

Di çarçoveya qirkirina siyasî de endamên Meclîsa Ciwanan jî di nav de 12 HDP’yî hatin destgîrkirin.

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îfadeyên îtîrafkara bi navê ‘Kezîban Kûday’ li Amed, Mêrdîn û Rihayê gelek kes hatin destgîrkirin.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Halîde Turkoglû û Çekdar Bûdak, Endama Desteya Rêveber a Navendî Sevîm Akdag û Zelîha Kocaman, rêvebera KASED'ê Emîne Aksoy endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal, Metîn Yilmaz, Bêrîtan Yaşar, Hamza Agirman, Esengul Kiliç, Nûrûllah Ozgun û Mûstafa Kûrt hatin destgîrkirin.

Hate diyarkirin endamên HDP’ê yên hatine destgîrkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û wê 4 rojan di nezaretê de bin.