Qeyûm malên şaredariyê radestî saziyên dewletê kiriye

Qeyûmê rejîma AKP'ê tevî ku Şaredariya Cizîrê xiste bin 260 milyon lîreyî deynan, malên şaredariyê yên bi milyaran lîreyî radestî saziyên dewletê kir.

Li Kurdistanê piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê lêçûnên qeyûm li şaredariyan kir tên lêkolîn. Yek ji şaredariyên ku dema ji aliyê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ve dihate birêvebirin bi destê qeyûm hate desteserkirin Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ye. Li gorî lêkolînan, beriya ku qeyûm li şaredariyê bê tayinkirin 32 milyon TL di qaseya şaredariyê de hebû, lê belê di dema qeyûm de şaredarî bi 260 milyon TL'î kete bin deynan.

Her wiha eşkere bû ku tevî vê yekê malên şaredariyê yên ji milyaran lîreyî jî bi rengekî bêpere radestî saziyên dewletê hatine kirin. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig li dijî vê radestikrina bêhiqûqî rawestiya. Zirig anî ziman ku qeyûm xisareke mezin li şaredariyê kir û got, ya ku qeyûm kir hewldana ji bo tinekirina şaredariyê bû.

Zirig malên şaredariyê yên bi rengekî bêpere hatin radestkirin bi bîr xist û got, "Avahiya me ya şaredariyê radestî qeymeqamiyê hatiye kirin. Gelo mirov çawa dikare saziyeke gel radestî xwe bike. Gelek mînakên din ên îronîk hene; qeyûm qesabxaneya ku ji bo xizmeta ji gel re hate avakirin radestî Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî kiriye. Me fêhm nekir çi eleqeya saziyeke perwerdeyê bi qesabxaneye heye."

Zirig diyar kir, qada Cûmhûriyetê ku li Cizîrê qada destpêkê û yekane ye, radestî Midûriyeta Emniyetê hatiye kirin û destnîşan kir, wê qadê bikin qereqol. Zirig got, "Bi kurtasî qeyûm bi rengekî li dijî destûra bingehîn sûc kir. Ji bo tinekirina şaredariyê derbeyek kiriye."