Qeyda ewilî ya muzîka Kurdî hate dîtin

Ji arşîva Colûmbîayê, du qeydên muzîka Kurdî yên berî 101 salî hatin dîtin. Ev qeyd weke qeyda muzîka Kurdî ya herî kevn tê zanîn.

Ji arşîva Colûmbîayê, du qeydên muzîka Kurdî yên berî 101 salî hatin dîtin. Ev qeyd weke qeyda muzîka Kurdî ya herî kevn tê zanîn. Ev qeyd jî strana 'Ez Evdala xwedê' ku ji aliyê hunermendê Ermenî karekîn Prooodîan ve hatiye gotin û strana 'Yar Felekê', ku ji aliyê hunermendê Suryanî Kosrof Malool ve hatiye gotin.

Derket holê, qeyda destpêkê ya meqamên zimanên Mezopotamyayê, di salên 1880'î de ji aliyê Ermenî û Suryaniyên ku ji komkujî û qirkirina dewleta Tirkan reviyan Amerîkayê, hatiye kirin. Di nava van qeydan de muzîka Kurdî jî heye.

Lêkolînera muzîkê û folklora Kurdî Zeynep Yaş, ku beriya qeyûm Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê bicihkirin şaredariyê destek dida wê, xwe gihand qeydên destpêkê. Zêdeyî 100 qeydên deng û muzîkê yên bi Kurdî, Tirkî û Ermenî, ku koka wan digiheje Anatolî û Mezopotamayê, li arşîveke li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye. Dîroknas Mehmet Şîmşek, dema li ser Kosorf Malool lêkolîn kir, dît ku ew di heman demê de hunermend e. Zeynep Yaş jî lêkolînên xwe yên li ser hunermend Kosrof Malool kûrtir kir û ji Amedê heta DYA'yê xwegihand plakên ji qeyda destpêkê. Yaş xwe digihîne qeydên cuda yên hunermend Malool, ku di navbera salên 1909 - 1929'an de bi Kurdî, Tirkî, Ermenî, Asûrî û Erebî stran gotiye.

Yaş ji Hatîce Kamer a ji BBC re daxive û tîne ziman, ku qeyda deng di destpêka salên 1990'î de ji aliyê şîrketên plakê yên Amerîkî, Îngilîz û Fransî yên weke Colombîa, Polyphon, Baîdaphon, Odeon, Sodwa, Hîs Master's Voîce ve li Stenbol, Bexda, Mûsil, Heleb, Qahîre û Tehranê hatine kirin. Ev stranên bi Kurdî, Tirkî, Ermenî, Erebî û Rûmî bi giranî li ber amûrên keman, kanûn, piyano û derbikê hatine qeydkirin.

QEYDÊN KOSROF MALOOL

Kosrof Malool, ku di sala 1881'ê li Amedê ji dayik bû, di salên 1900'î de diçe Mûsilê. Malool berhemên xwe yên wekî "Kuçeyên Amedê, Çemê Sînanîkê, Şivanê Kurd û Yar Felekê" qeyd kiriye. Malool ku miwefiroşekî Suryanî ye û li malê bi Suryanî bi zarokên xwe re daxive, li gel qeyda deng a bi Kurdî û Tirkî, bi zimanê wî yê dayikê nîne. Li gorî Yaş, dibe ku hîn berhemên wî yên qeydkirî hebin.

QEYDÊN DESTPÊKÊ YÊN MEQAMA MEZOPOTAMYAYÊ YE

Lêkolîner Zeynep Yaş wiha dewam dike: "Ya rast piştî salên 1890'î, tê zanîn ku di dema Îstîbdatê, dema Abdulhamît de hin qeydên deng hatine kirin. Lê belê qeyda Kurdî, Ermenî û Tirkî ya vê koma diçe Amerîkayê, weke qeyda destpêkê ya meqama Mezopotamyayê tê dîtin. Colombîa Plak a li DYA, bi vê koma destpêkê ya dîasporayê re dest bi çêkirina koleksiyona deng a Amerîka-Osmanî dike."

QEYDÊN DESTPÊKÊ YÊN KOLEKSIYONÊ DI SALA 1909'AN DE TÊ KIRIN

Zeynep Yaş diyar kir, qeydên destpêkê yên koleksiyonê di sala 1909'an de hate kirin û van agahiyan dide: "Koleksiyona duyemîn di sala 1912, ya sêyemîn jî di sala 1916'an de tê kirin. Heta sala 1929'an, hunermendên Ermenî, Suryanî, Ereb û Rûm ên ji herêmê çûn, bi hemû zimanên Mezopotamyayê zêdeyî 100 stran li plakan qeyd kirin. Bi vî rengî dengên destpêkê yên Mezopotamyayê hatin qeydkirin."

QEYDA DESTPÊKÊ YA MELODIYA ZAZAKÎ

Lêkolîner Zeynep Yaş diyar kir, hunermendê Ermenî M.G Parsekîsyan di sala 1916'an de şîrketeke plakê ya bi navê 'M.G. PARSEKÎAN' ava kiriye dest bi qeydê kiriye. Yaş wiha dewam dike: "Gelek hunermendên weke Naîm Karekîn, Karekîn Pardîan, Ûdî Farajî orkestrayekê ava dikin û bi gelek hunermendan re stranen Kurdî, Ermenî û zaravayê Kurmancî yê KUrdî qeyd dikin. Qeyda destpêkê a melodiya Zazakî jî ji aliyê vê komê ve tê kirin. Berheman Zazakî ya herêma Dersîmê ye."

QEYDA DESTPÊKÊ HAT PARVEKIRIN

Êdî her kes dikare xwe bigihîne her du stranên Kurdî yên ji arşîva Colûmbîayê û dikare lê guhdarî bike.