Qetlîamên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kiriye

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2015’an û vir ve, li Başûrê Kurdistanê gelek qetlîam kiriye. Di van qetlîaman de herî kêm 112 kesên sivîl hatine qetilkirin.

Desthilatdariya AKP’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an vir ve konsepta şer xistiye dewrê. Ji Tîrmeha 2015’an vir ve heta niha Tirkiyeyê bi sedan car li dijî deverên bi ser Herêma Kurdistanê ve êrişên hewayî pêk anî û ev êriş di rojên dawî de zêdetir bûn. Di êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de ku li dijî herêmên başûrê Kurdistanê û Şengal û Mexmûrê pêk tên, heta îro zarok û jin jî di nav de herî kêm 112 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi sedan welatî jî birîndar bûn. Di êrişa herî dawî ya Tirkiyeyê ya li dijî Bamernê de ku bi balafira bêmirov (SÎHA) pêk hat de, 2 jê zarok 3 kes hatin kuştin. 

Li gorî rapora Buroya CPT ya Iraqê amade kiriye ji sala 2015’an ve di êrişên li dijî herêmê de heta sala 2021’an de 109 sivîlan canê xwe ji dest daye. 

Yek ji komkujiyên herî mezin ên sala 2015’an ku dema êrişan dest pê kir, bombekirina li gundê Zergelê yê Qendîlê ji aliyê balafirên şer ve bû. Di 1’ê Tebaxa 2015’an de di êrişa hewayî ya li ser gundê Zergelê de 2 jê jin ku yek jê ducanî bû 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û 27 sivîl jî bi giranî birîndar bûbûn. Navê 8 kesan wiha ye: “Necîp Rojhilat, Salih Mihemed Emîn, Karox Mihemed Emîn, Heybet Mihemed Emîn, Nedîm Pîro, Êyşê Xdır, Abdulkadir û Mihemed Emîn.” 

Di êrîşên Tirkiyeyê yên di navbera 2017-2018’an de li dijî herêmê pêk hatin herî kêm 30 sivîl hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn. 

Di hin êrişên Tirkiyeyê yên di sala 2019’an de li dijî jîngehan pêk aniye û bûne sedema kuştinan wiha ne: 

23 Çile 2019: Di êrişa hewayî ya li dijî Bajaroka Dêralok a Amediyê de 4 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Tevî astengiya hêzên asayîşê yên li dijî qetlîamên Tirkiyeyê jî di 25'ê Çileya 2019’an de gel li Dêralokê li hev kom bû û çalakî li dar xistin. Gelê Behdînan ber bi Qereqola Sîre ya Şêladizê ve meşiya. Piştre jî ket baregeha leşkerî, wesayîtên leşkerî şewitand û baregeh hilweşand. 

Di êrişa leşkerên tirk a li vir de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl jî birîndar bûn. Di nava kesên hatin qetilkirin de zarokek jî hebû. 

25 Hezîran 2019: Balafirên şer ên Tirkiyeyê li dijî wesayîtek ku li herêma Goşîn a bi ser Sorana Hewlêrê ve bi rê ve diçû êrişa hewayî pêk anî û ji du birayên di wesayîtê de yek hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû. 

28 Hezîran 2019: Balafirên şer ên Tirkiyeyê li gundê Berd Kuran ê Çiyayê Kortekê yê Herêma Kurdistanê du wesayîtên sivîl bombe kirin. Ferdên malbata Abdula, Abdula Elî Mîne (53) û zarokên wî Kurdistan Abdula (30) û Heryad Abdula (19) jiyana xwe ji dest dan. Dayika wan Rebî Mihemed û Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula û kesek ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.

18 Hezîran 2020: Tirkiyeyê êrişa hewayî bir ser herêma Sidêkan û di encama êrişê de Ebas Mexdît hat qetilkirin. 

19 Hezîran 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê çoltera bajaroka Şeladizê ya bi ser navçeya Amediya Duhokê ve bombebaran kirin û 5 sivîl hatin qetilkirin. 

24 Hezîran 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê qada seyrangehê ya navçeya Şarbajêr a bi ser bajarê Silêmaniyê ve bombebaran kirin û 2 sivîl hatin kuştin. 

27 Tîrmeh 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê çoltera Amediyê bombebaran kirin û di encamê de Dilovan Şahîn, Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed jiyana xwe ji dest dan. 

Li gorî rapora Buroya CPT ya Kurdistana Iraqê di bombebaran û êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de ku di sala 2021’an de pêk hatine, kesên hatine kuştin wiha ne: 

25 Gulan 2021: Bawer Ahmed ê 20  salî di encama êrişa bi topan a Tirkiyeyê de li gundê xwe Deşîşê birîndar bû. Hin welatî jî ji ber parçeyên şarapnelê birîndar bûn. 

26 Gulan 2021: Alî Muhsîn ê 16 û Hasan Muhsîn ê 20 salî ku birayê hev in dema pezê xwe diçêrandin di êrişa bombebaranî ya Tirkiyeyê de li gundê xwe Biherê birîndar bûn. 

1 Hezîran 2021: Ramazan Alî yê 70 salî kêliya ku li Hirûrê zeviyê xwe av dida, di encama topbarana leşkerên Tirkiyeyê de birîndar bû. 

8 Tîrmhe 2021: Welatiyek ji gundê Hirûrê di êrişa leşkerên Tirkiyeyê ku ji baregeha leşkerî kirin de birîndar bû. 

13 Tebaxa 2021: Ibrahem Hassan Mohamad (51), yê ku li gundê Deşîşê ya bi ser Kanîmasiyê ve zeviyê xwe av dida ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hat birîndarkirin. 

20 Tebax 2021: Ahmed Şakir (40) û Yousif Amir (26) li nehiya Batifa ya bi ser Zaxoyê ve di encama topbarana leşkerên tirk de hatin kuştin. 

JI SALA 2015’AN Û HETA NIHA 109 KES HATINE QETILKIRIN

Di rapora Buroya CPT ya Kurdistana Iraqê de jî ev tişt hatin gotin: “Me ragihand ku ji sala 2015’an û vir ve 109 sivîl hatine qetilkirin, me belge kir ku di encama van êrişan de zêdetirî 120 sivîl birîndar bûne. 648 gund di bin xeteriya valakirina bi temamî de ne. Li van gundan nêzî 55-60 malbat mane. Heke malbatek jî mabe, em ji wî gundî re nabêjin 'gundê vala'. Em jê re dibêjin gundekî di xetereya valakirinê re rûbirû ye. 150 gund bi temamî hatine valakirin.”