Qetlîama Parîsê ji Wanê heya Mersînê hat bîranîn

Sê jinên Kurd ên şoreşger ku li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Gurgum, Sêrt, Wan û Mersînê hatin bîranîn.

Yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de hat qetilkirin, bi çalakiyên li gelek bajaran hatin lidarxistin hatin bîranîn. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di 4'ê Çileya 2016'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin jî nehatin jibîrkirin.

GURGUM

Siyasetmedara Kurd Fîdan Dogan ku bi Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez re hatibû kuştin li navçeya Elbistanê ya Gurgumê li ser gora xwe hat bibîranîn. Rexmî şiliya zêde û dorpêça polis û cendirmeyan jî li ser goristana Dogan a li gundê Xopon merasîma bîranîne hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê, xizmên Dogan û bi sedan kes tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de wêneyên her sê jinên şoreşger hatin hilgirtin û Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û ev tişt got: "Îro ji bo me rojek reş e. 3 jinên siyasetmedara li nav dilê Ewropayê hatin kuştin. 9 sal derbas bûn lê hê hî faîlên rasteqîn nehatine dîtin û darizandin. Rexmî ku rola Tirkiyeyê ya di komkujiyê de li holê ye jî ne dinya ne jî rêxistinên navneteweyî gotinek negotin. Ji bo ku komkujî faîlî meçhûl bimîne hewldan hatin dayîn. Di vê pêvajoyê de komkujiyên li dijî jinên Kurd berdewam kirin. Li silopiyayê 3 jinên siyasetmedar bi heman rêbazî hatin kuştin. Faîl heman kes in ne gelek dûr in, li Enqerê ne. Di dîrokê de her jin hedef hatine girtin û kuştin. Weke Meclisa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê em ê qet dev ji hesap pirsînê bernedin. Peyama vê komkujiyê "netêkoşin" bû. Lê em careke din bang dikin; heta ku aştiyeke bi rûmet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin."

 Piştî axaftinan beşdarên merasîmê qurnefîl danîn ser gora Dogan û dûrişmeyên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

WAN

Ligel Rêveberên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêveberên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê, parlamenterên HDP’ê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç, gelek kes beşdarî çalakiya bîranînê ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Wanê hat organîzekirin, beşdar bûn.

Di bîranînê de ku gelek caran dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hatin berzkirin, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna jinên şoreşger hate nîşandan.

Hevseroka Bajêr a Wanê Handan Karakoyûn bi bîr xist ku hê jî sûcdar nehatine darizandin û got ku têkoşîna wan wê bidome.

Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan, qetlîamên Parîs û Silopiyayê bi bîr xist û diyar kir ku di her du komkujiyên de hedef têkoşîna azadiya jinê bûye.

Orhan got, “Em ê bi têkoşînê xewn û daxwazên jinên hatine qetilkirin pêk bînin. Em ê li vê xaka pîroz jiyana azad ava bikin. Ti hêz nikare pêşiya têkoşîna jinên Kurd bigire."

Di bîranînê de helbesta "Ey Parîs" a ji aliyê gerîlayê HPG'ê Êgîd Civyan (Vahdettîn Karay) ê beriya demekê şehîd bûbû hatibû nivîsandin, hat xwendin.

SÊRT

Li Sêrtê jî TJA'yê bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr çalakiya bîranînê li dar xist. Cîgira Serokê Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî bîranîna li Salona Konferansê ya Denîz Poyraz bûn.

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş piştî sînevîzyona ku têkoşîna jinên hatine qetilkirin nîşan dida axivî û got, "Me dît ku komkujî bi awayekî plankirî hatin kirin. Eger êrîşeke plankirî nebûya, wê 3 jin li naverasta Parîsê nehatibûna qetilkirin. Li Silopiyayê 3 jin nedihatin qetilkirin. Ketina avahiya HDP'ê û qetilkirina Poyraz wê pêk nehatiba. Ev hemû qetlîamên plankirî ne. Ya ku li vir tê armanckirin nasnameya berxwedanê ya jinê ye. Lê ne li Parîsê, ne li Silopiyayê û ne jî li Îzmîrê nekarîn bigihin armancên xwe. Ruhê berxwedanê yê jinan roj bi roj xurtir dibe û li dijî vê hişmendiyê destkeftiyên nû bi dest dixin." Bîranîn bi konsera dengbêjiyê bi dawî bû.

MERSÎN

Leyla Şaylemez jî li Mersînê li ser gora xwe ya li Goristana Guneykentê hat bibîranîn. Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên DBP'ê, TUAY-DER'ê, AYKAY-DER'ê, Parlamentera HDP'ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllar û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Jinên ku ji wesayîtên xwe pêya bûn bi dûrişmeya “Jin Jiyan Azadi” ber bi goristana Şaylemez ve meşiyan. Piştî rêzgirtinê destpêkê Dayika Aştiyê Meryem Erbey, axivî û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn kuştin bi bîr xist û ev tişt got: "Ev jîn bi awayekî neheq hatin kuştin. Em êdî ji komkujiyên jinan re dibêjin bes e. Weke Dayikên Aştiyê heta ku demokrasî û aştî û bê welat em ê têkoşîna xwe bidomînin."

 Piştî Erbey Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari jî axivî û wiha got: "Bi komkujiya Parîsê hat xwestin ku pêvajoya aştiyê ya bi gelê Kurd re bê astengkirin. Wê derbarê de provakasyoneke mezin bû. Li cem vê bi komkujiya Silopiyayê re derbeke mezintir li pêvajoya aştiyê hat xistin. Ev derbe di ser kuştina jinan de hat pêşxistin. Li vir jinên siyasetmedar hedef hatine girtin. Jinên Kurd hedef hatine girtin. Lewre ev kevneşopiya dewletê rola jinên Kurd a di siyaseta Tirkiye, Rojhilata Navîn, Sûriye, Iraq û Îranê de baş dizane. Heta ku faîlên komkujiyan dernekevin holê li vî welatî ne pêkan e ku pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser bibe. Wê têkoşîna me heta ku tu jin neyê kuştin bidome."

Bîranîn bi danîn qurnefîlan a ser gora Şaylemez bi dawî bû.