‘Qedexeyan nas nakin, li Dûsseldorfê kom bibin!’

Partiya Şoreşger a Ewropa, Cîhana ku Têde Bijî û ADHK, diyar kirin ku wê biryara qedexeya hikûmeta Elman nas nekin û bang li her kesê kir ku 8’ê Îlonê tevlî mîtîngê bibin.

Partiya Şoreşger a Ewropa, Cîhana ku Têde Bijî û Federasyona Mafê Demokratîk a Ewropa (ADHK)biryara qedexeya dewleta Elman a Festîvala Çanda Kurd a ku 8’ê Îlonê bihata kirin şermezar kirin.

‘EM QEDEXEYAN NAS NAKIN’

Di daxuyaniyê Cîhana ku Têde Bijî de ev tişt hate gotin: “Qedexekirina festîvalê ya bi rasthatina beriya çûyîna Serokkomarê Tirk Erdogan a Elmanyayê carekî din dijminahiya hevkariya li gel dewleta Tirk a faşîst radixe berçavan.” Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ne tenê li Elmanya li hemû welatên Ewropa mercên têkoşîna azadî û demorasiyê tund bûne, em qedexeyên wan nas nakin! Em ê têkoşîna xwe xurt bikin, bikin yek û pêş ve bibin. Bang li hemû gelê xwe û raya giştî ya Elmanyayê dikin ku ji bo protestokirina qedexeyan, tevlî mîtînga ku wê 8’ê Îlonê li Dusseldorfê bê kirin, dikin.”

‘ENCAMA BAZARÊN QIRÊJ....’

Konfederasyona Mafê Demokratîk a Ewropa (ADHK) wiha got; “Tu mantiqa hiqûqî ya qedexekekirina vê festîvala ku bi temamî çandî re nîne. Di encama bazarên qirêj yên bi hikûmeta Tirk re weke diyarî dayîna Receb Tayyîp Erdogan; biryara qedexekirinê ya li dijî Kurdan û hemû hêzên dijî rejîma faşîst hatiye dayîn. Em bang li hemû gelê Elman, kesên şoreşger, sosyalît û li dijî faşîzmê dikin ku li dijî vê biryarê bêdeng nemînin û beşdarî çalakiyên protestokirina Erdogan ku wê were Berlînê bibin.”

ADHK’ê ji bo 8’ê Îlonê li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir.

‘EM LI BENDA HEMÛ ŞOREŞGERAN IN’

Partiya Şoreşê ya li Ewropa jî wiha got; “Divê dewleta Elman dev ji bloka faşîst a AKP-MHP’ê berde. Bi hemû reng û çanda xwe em ê li Dusseldorfê mîtînga festîvala hatî qedexekirin lidar bixin. Em bang li hemû welatparêz û demokratan dikin ku beşdarî mîtîngê bibin.”