Qedexeya li Wanê 15 roj din dirêj kirin
Walîtiya Wanê qedexeya ku hezar û 19 roj in li Wanê ya ji bo çalakî û aktivîteyan ragihandiye, 15 roj din jî dirêj kir.
Walîtiya Wanê qedexeya ku hezar û 19 roj in li Wanê ya ji bo çalakî û aktivîteyan ragihandiye, 15 roj din jî dirêj kir.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Wanê ve hate dayîn qedexeya ku ji 21’ê Mijdara 2016’an û vir ve ji bo çalakî û her cûre aktivîteyan hatiye ragihandin, hate dirêjkirin. Walîtiyê ragihand ku qedexe heta 2’yê Sibatê hatiye dirêjkirin.