Qada dagirkeriyê li Tirkiyê tê vekirin

Li gorî pisporên Misrî, bêdengiya hêzên navnetewî, qelsiya Iraqê û nakokiyên navxwe yên Kurdan ji hêla dewleta Tirk ve tê bikaranîn û êrîşên dagirker didomîne.

Ji Navenda Lêkolînê ya Ehramê Dr. Kerem Seîd got ddewleta Tirk bi êrîşên dagirker dixwaze Rojava, Bakurû Başûr ji hev qut bike.

Rewşenbîrên Misîr êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxandin. Wêjekar Suphîr Mûsa got divê van êrîşên li gel êrîşên li ser Sûriyê, Iraq, Libya û gelek welatên din were nirxandin. Mûsa diyar kir Tirkiye ji bêdengiya hêzên navnetewî û ji nakokiyên navxwe sûd werdigire û got, ''Iraq niha di nav dewletên Ereb de ya herî qels e. Di nav xwe de meseleyên wê yên giran hene, li ser wê gelek peyman hene. Tirkiye ji vê rewşê sûd werdigire, êrîşên dagirker didomîne û bi zêdekirina hêza xwe dikxwaze qada xwe berfireh bike.''

Serokê Navenda Lêkolînên Kurd ên Misrê û her wiha Endamê Meclîsa Karê Derve yê Misrê Rejayê Fayed jî bang li rêveberên Kurdistana Federa û rêveberên Iraqê kir. Fayed xwest ku nehêlin mirovahî li Mexmûrê were kuştin, hemû nakokî li aliyekî were danîn. Fayed got, ''Ez ti maneyê nadim wê ku rêveberiyên Iraq û Başûr li bara van êrîşan wiha bêdeng dimînin û vê şermezar dikim. Ez hîsên netewî yên hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dizanim. Piraniya van partiyan min nas dikin. Ez pê dizanim ku hemû jî di doza Kurdatiyê de hesas in. Banga min li wan ev e ku li ser mijara doza netewî ne bi berjewendiya partiyî bimeşin. Dixwazim berjewendiya netewî li ser berjewendiya partiyê deynin. Li ser wan koçberên sivîl dema ku balafirên şer dfirin û carê bombekirina wan min pir diêşîne. Ez li bara vê bêdeengiyê ti maneyê nabînim.''

Fayed destnîşan kir, dema êrîşên dagirker ên Tirk ziyan tê ser sirûşta Başûrê Kurdistane û daristana têne birîn û got, ''Dewleta Tirk heta niha bi hezaran dar birine. Ji bo firotinê wan dibe Tirkiyê. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê û Kurdan e. Ji bo ku li welatê me bimînin rê çêdikin.''


Ji Navenda Lêkolînê ya Ehramê Dr. Kerem Seîd jî got Tirkiye ji bo ku hêzên navnetewî bikişîne ser masaeya bazarê êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistnae û Iraqê didomîne.

Seîd bal kişande ser ku Tirkiye gelek caran bi navê têkoşîna dijî PKK'ê êrîşê dibe ser gelek deveran û got Tirkiye dixwaze Rojava, Bakur û Başûr ji hev qut bike.