PYD û Kongreya Star li ser 8’ê Adarê ji bo jinên Rojava civînek lidar xistin

Meclîsa Jinan a PYD’ê û Kongreya Star ên Başûrê Kurdistanê bi hevpar li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi nêzîbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê civînek ji bo jinên Rojava yên penaber lidar xistin.

Li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Meclîsa Jinan a PYD û Kongreya Star a Başûr ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê yên penaber bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê civînek lidar xistin.

Di civînê de endama Meclîsa Jinan a PYD a Başûr Hêlîn Mehemed axivî û bal kişand ser rola jinan û têkoşîna jinan. Mehemed qala serpêhatî û berxwedana jinan kir ku ev roj li pey xwe anî.

Mihemed di dewama gotinê xwe de qala têkoşîna îro jin dikin kir û got: “Îro di kesayeta Sakîne Cansiz, Zîlan Kinaci, Gulnaz Karataş (Bêrtan), Avesta Xabûr, Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûrî, Arîn Mîrkan jinên Kurd pêşengtiya azadiyê ji bo hemû jinên cîhanê dike. Ji bo wê ye di vê îro xwe pêş bixin, têkoşînê li dijî zilm û sitemkariyê bikin, dawî li serweriya mêr bînin.”