PYD: Biryar bi kêrî rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê tê

PYD: Biryar DYA'yê bi kêrî rêxistinên terorê; DAÎŞ, El Nûsra, Hûras El Dîn û Partiya Îslamê ya Turkîstanê yên li Sûriyeyê tê ku ev rêxistin fermanê ji Enqereyê digirin.

PYD'ê li ser biryara rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li ser 3 şoreşgerên pêşeng ên tevgera azadiyê ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Eşkere ye ku PKK tevgereke Kurdistanî ye û ji bo çareseriyeke wekhev a meseleya Kurd tevdigere. Eger DYA dixwaze şerê li dijî terorê bike, krîzên Rojhilata Navîn ên mîna Sûriyeyê çareser bike û atmosfereke ewle biafirîne, divê were dîtin ku daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA'yê li vê armancê nayê, krîzê mezintir û xetere dike."

Meclîsa Giştî ya PYD'ê bi bîr xist ku ewlekarî û aramiya Rojhilata Navîn bi çareseriya meseleya Kurd dibe û diyar kir, di demeke wiha de ku çareseriya meseleya Kurd xwe ferz dike, Wezareta Karên Derve ya DYA'yê li ser sê kadroyên pêşeng ên PKK'ê biryareke wiha da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di nava sîstemên totalîter de ku bi rê û rêbazên li dijî îradeya gelan tevdigerin, jiyana hevpar, biratiya gelan û çarenûsa hevpar nîne. Wekî din, li pêş çavan e ku sîstemên bi vî rengî bi rêxistinên terorê tevdigerin û destekê didin wan.

'BIRYAR DÛRÎ RASTIYÊ YE'

Bi navê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) em dibînin ku ev biryar siyasî ye, ji rastiyê dûr e û zemîneke xwe ya hiqûqî û civakî nîne. Biryar li gotinên nefretê û çanda hilweşînê tê. Biryar bi kêrî rêxistinên terorê; DAÎŞ, El Nûsra, Hûras El Dîn û Partiya Îslamê ya Turkîstanê yên li Sûriyeyê tê ku ev rêxistin fermanê ji Enqereyê digirin. 

PKK'ê li Şengalê li dijî terorê şer kir, li Hewlêrê, Kerkûkê, Kobanê bi hezaran sivîl parast û ji bo destpêkirina şerê li dijî terora DAÎŞ'ê bi roleke mezin rabû. Lewma ev biryara DYA'yê helwesteke hevgirtî nîne, nakok e. Şervanên YPG û YPJ'ê bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ku DYA pêşengiyê jê re dike, terora DAÎŞ'ê anîne ber qedandinê.

'BIRYAR BANDOREKE NEYÎNÎ LI ŞERÊ LI DIJÎ TERORÊ DIKE'

Eşkere ye ku PKK tevgereke Kurdistanî ye û ji bo çareseriyeke wekhev a meseleya Kurd tevdigere. Eger DYA dixwaze şerê li dijî terorê bike, krîzên Rojhilata Navîn ên mîna Sûriyeyê çareser bike û atmosfereke ewle biafirîne, divê were dîtin ku daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA'yê li vê armancê nayê, krîzê mezintir û xetere dike. Her wiha meseleyên ku divê werin çareserkirin dixin ser rêya şaş û bahaneyan dide Enqereyê ji bo dijminatiya xwe ya li gelên herêmê bi taybetî li gelê Kurd zêde bike û polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê bimeşîne. Ji tecrûbeya 7 salên bihurî tê dîtin ku Enqere û rêxistinên terorîst weke hev in. Biryara ji aliyê DYA'yê ve hatiye dayin bandoreke neyînî li şerê li dijî terorê dike.

BIRYAR, GELÊ KURDISTANÊ DIKE HEDEF

Em bang li DYA'yê dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe, zextê li Enqereyê bike û ji bo pêvajoya aştiyê ya ji ber helwesta dijminane ya rejîma Tirkiyeyê sekinî ji nû ve dest pê bike, bikeve nava liv û tevgerê. Ev biryara li dijî PKK'ê, îradeya gelê Kurdistanê û gelê Kurdistanê dike hedef.

Bi navê partiyeke ku li Sûriyeyê ji bo çareseriya meseleya Kurd û pêkhatina demokrasiyê dixebite, em bang li hemû partiyên Kurd, hemû hêzên welatparêz ên demokrat ên li Kurdistan, Sûriye û Rojhilata Navîn, rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl dikin, ku li ber êrîşên li ser gelê Kurd rabin û ji bo çareseriya meseleya Kurd bi hev re bixebitin û têbikoşin."