Pûtîn: Eger êrîş bê kirin em ê bombeya atomê bi kar bînin

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn gef xwar û got, eger êrîşeke gengaz li dijî welatê wan bê kirin, ew ê jî bi bombeya atomê bersivê bidin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di civînekê de ku bi sedan pispor lê amade bûn, axivî.

Pûtîn diyar kir, eger êrîşeke gengaz li dijî welatê wan bê kirin ev yek wê bê bersiv nemîne û got, welatê ku êrîş bike "wê ji holê rabe."

Pûtîn gef xwar ku di êrîşeke gengaz de wê karibin bombeya atomê bi kar bînin û îdîa kir ku ev yek jî tenê ji bo parastinê ye. Pûtîn got, di êrîşa destpêkê ya dijî welatekî de  wê bombeya atomê bi kar nînin.

Pûtîn di heman demê de gef xwar, eger li dijî welatê wan gefa bi êrîşa bombeya atomê bê xwarin, ew ê jî bombeya atomê bi kar bînin.

Bi sedan rojnamevanên Rûs û biyanî, siyasetmedar û zanyar tevlî forûma nîqaşê ya li Soçiyê bûn.