Psîkolog Eke: Tundiya li dijî jinê dikare bê bidawîkirin

Psîkolog Nergîz Eke bal kişand ser karên divê li dijî tundiya li jinê bên kirin û got, bi piştevaniya civakî dikarin xwe ji tundiyê rizgar bikin.

Bûyerên kuştina jinê her didomin. Li kolanan, li malê, li her qada jiyanê tundiya li jinê êdî mîna rewşeke asayî tê dîtin. Psîkolog Nergîz Eke der barê mijarê de axivî.

Eke bal kişand ser raporên der barê kuştina jinan û got, "Ev yek tenê yên tên zanîn an jî tên dîtin. Yên ku em pê nizanin jî hene. Em dibînin û dibihîzin ku gelek jin ên nekarî bi têrkerî piştgiriyê werbigire yan jî nekarî xwe bigihîne rêyeke alîkariyê ji aliyê hevser, bav an jî partnerê xwe ve hatine kuştin."

Eke sedemên tundiyê bi bîr xist û got, "Bêguman em qala sedemeke bi tenê nakin, lê belê sedema bingehîn; mezinbûna mirovan li nava malbatê, li nava şert û mercên tê de ye. Agahiyên destpêkê ji dê û bavê xwe, ji yên jê berpirsyar in werdigirin. Li Tirkiyeyê hîn jî ya ku hêjayî zarokê mêr tê dîtin hêz e, di her şert û mercî de bûyîna hêz e û di pratîkê de jî ev yek tê nîşandan. Hemû zarok bi rengê ku 'mêr' çiqasî girîng e li vê xakê mezin dibin. Eger li malekê keçek hebe, ev yek ji zarokê mêr re tê gotin û keç jî bi têgihiştina 'hêz bi cinsê din re ye' mezin dibe. Li gorî pîvanan tê mezinkirin, bi rengekî bêdeng û bi tirs tê mezinkirin. Ya ku hêjayî zarokên keç tê dîtin ew e; mixabin 'ya tê piştgirîkirin, ya tê xwestin' e."

Eke destnîşan kir ku tevî vê yekê jî hêvî heye û got, "Mezinbûna mêrekî di nava van şert û mercan de nayê wê wateyê ku wê di jiyana xwe de her tim bi vî rengî be. Mirov dikarin xwe biguherînin, dikarin entelektuel bibin, dikarin bi rengekî wekhev bi cinsa li hemberî xwe tevbigerin. Lê belê dema ku ev nebe, ev guheritn pêk neyê, hingî zû yan jî dereng wê hêzê bixe destê xwe. Wê li dijî her tiştên ku hêza wî lawaz dike raweste."

Eke diyar kir ku ev helwest jî bêguman bi giranî tundiya li dijî jinê ye.

Eke ragihand ku ev tundî bi temamî neyê qedandin jî gelek tişt hene ku li dij dikarin bên kirin û got, "Eger em zarokan mezin dikin, divê em teqez wekheviya jin û mêr jê re vebêjin û di vê çarçoveyê de hem di pratîkê de hem jî di gotinê de nîşan bidin. Em dikarin bi vê yekê bikin ku zarok bibe xwedî jiyaneke bi vê têgihiştinê."

Eke destnîşan kir ku bi piştevaniya civakî di têkoşîna dijî tundiya li jinê gelek gav hatine avêtin û got, "Bi vê rêyê jiyana gelek jin û zarokan hatin rizgarkirin. Hêvî dikim ku di têkoşîna xwe ya dijî sîstemê de em ê gavên xweştir biavêjin."