Protestoya Akademîsyenan a li dijî qeyûmê dewam dike

Çalakiya protestoyî ya Akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî qeyûm rektor Melîh Bûlû yê AKP’yî dewam dike.

Nerazîbûna li dijî Melîh Bûlû yê AKP’yî ku ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan ve ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê weke qeyûm rektor hate wezîfedarkirin, didome.

Li rexa çalakiyên xwendekaran, çalakiya nobetê ya akademîsyenên zanîngehê li gel sermayê jî li Stenbolê didome. Her wiha akademîsyenên li ber avahiya rektorê kom bûn, daxuyaniyek dan. 
Akademîsyenan diyar kirin ku ew ê dewamî bidin çalakiyên xwe û bang li herkesî kirin ku li dijî qeyûman bibin yek.