Prof Sassolî: Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike

Profesorê hiqûqa navneteweyî Marco Sassolî ku ji bo vekolîna binpêkirina mafê jiyanê li Ûkraynayê hat erkdarkirin, got ku Tirkiye bi êrîşên xwe yên bi ser Bakurê Iraqê û Rojava, peyamên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Em li ser şerê dewleta Tirk ê bi PKK’ê re yê li Başûrê Kurdistanê, êrîşên bi ser Rojava û aliyê hiqûqî yê binpêkirina mafên mirovan li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên çekdar ên girêdayî wê de, bi Prof. Marcolî Sassolî yê pisporê mijarê re axivîn.

‘TÊ WATEYA ŞERTÊ NY Û HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN‘

Prof. Sassolî, di aliyê hiqûqî de operasyonên dewleta Tirk ên li dijî PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku operasyonên leşkerî yên derveyê sînor, binpêkirina şertê Neteweyên Yekbûyî ye. Pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Sassolî got: “Eger Iraq, destûra operasyonên leşkerî nede Tirkiyeyê, ev operasyonên leşkerî binpêkirina şertê NY’yê û hiqûqa navneteweyî ye.“

Sassolî got ku Iraq divê hişyariyê li Tirkiyeyê bike ku serweriya wê binpê dike û vê rewşê ragihînê Konseya Ewlehiyê ya NY’yê.

‘IRAQ DIKARE DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ JI OPCW’Ê BIKE’

Prof. Sassolî li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li dijî PKK’ê ev tişt gotin: “Çekên kîmyewî di pevçûnên çekdarî de hatine qedexekirin. Divê mirov lê binêre bê ka gaza Tirkiye bi kar tîne gaza lacrymogene ye ya na. Mirov bi gaza lacrymogene jiyana xwe ji dest nade. Te got ku mirovan pê jiyana xwe ji dest daye. Eger bê îsbatkirin, ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.“

Prof Sassolî bi bîr xist ku OPCW, ji birêvebirina lêpirsînekê li herêmê berpirs e û wiha pê de çû: “OPCW, dikare li herêmê vekolînê bike lê ji bo ku tevbigere divê dewleteke ku peymana qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî îmze kiribe daxwazê bike. Bo mînak; bi boneya ku çekên kîmyewî li ser axa wê hatiye bikaranîn dikare daxwaza lêpirsînê ji OPCW’ê bike.“

‘MIROV DIKARE BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIBE DMME’YÊ’

Prof Sassolî anî ziman ku dewleta Tirk ji ber rolê xwe navbeynkariyê yê di şerê Rûsya-Ûkraynayê de, tevî ku Kurd ewqas dixwazin heta niha tu dewletek têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî tevnegeriyaye û got ku dewlet li gor berjewendiyên xwe li ser binpêkirina mafan disekinin.

Prof. Sassolî bi lêv kir ku heke welatekî mirov hebe, mirov dikare xwe bigihîne prosedurê û bike ku welat tevbigerin û wiha axivî: “Mixabin hiqûqa navneteweyî wiha ye. Heke welatekê we nîn be jî, ev pirsgirêkeke têkildarî mafên mirovan e ku diqewime. Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî mirov dikare meseleyê bibe ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Kesên mexdûrê vê rewşê ne, piştî temambûna proseduran dikarin serî li DMME’yê bidin.“

‘TIRKIYE LI SÛRIYEYÊ DAGIRKER E’

Prof. Sassolî, bersiva pirsên me yên têkildarê sûcên şer ên dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayê wê jî dan û wiha got: “Hiqûqa navneteweyî ne wek polîsê navneteweyî ye û ne dadgeheke navneteweyî ye. Heke wisa bûya jixwe wê bikariya li ser hemû binpêkariyên li cîhanê bisekiniya û berpirs bidarizandina. Dewlet naxwazin hiqûqa navneteweyî bi kêrî vê yekê bê.

Tirkiye li beşekê Bakurê Sûriyeyê bixwe ya jî bi rêya komên ku kontrol dike dagir kiriye, dagirker e. Tirkiye, wek mînakên Îsraîl-Filistîn, Rûsya-Ûkraynayê li van herêman dagir kirine divê rêzê ji hiqûqa dagirkeriyê re bigire.

Tiştê ez dizanim, Tirkiye dixwaze penaberên nav xwe bişîne herêmên ku dagir kirine û li wir bi cih bike; wekî Îsraîlê ku çawa dixwaze li herêmên ku dagir kirine nifûsa xwe bi cih bike. Dibe ku ji ber zexta civakê vê daxwaza xwe bi cih neanîbe lewre dizane ku ev qedexe ye. Hêzên dagirker li cihên ku dagir kirine ji bo guhertina demografiyê penaberên wan ên li welatê wan jî di nav de nabe ku nifûsa xwe bişînin van deran û li van deran bi cih bikin.“

Prof. Sassolî derbirî ku Tirkiye li Sûriyeyê hiqûqa navneteweyî binpê dike û ev gotin kirin: “Li gor hiqûqa navneteweyî Tirkiye li cihên ku dagir kirine nikare otorîteya xwe ava bike û di heman demê de ji parastina pergala li wir berpirs e. Tirkiye xelkê xwecih ên herêmên dagir kirine nikare bi zorê sirgûnê cihekê din bike. Lê Tirkiye Kurdên li van herêman dişîne cihekî din. Ev binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.“

 ‘BI ERKA DARAZA CÎHANÎ DIBE KU SÛCDARÊ ŞER BÊN DARIZANDIN’

Prof Sassolî bi lêv kir ku dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirine sûcên şer dike û got: “Takekes sûcên şer dikin. Lewma divê yên ev sûc kirine û ferman dane, werin darizandin. Binpêkariyên mafên mirovan ku bi fermana dewletê jî hatine kirin hene, ji ber ku ne Tirkiye ne jî Sûriye aliyekî rêziknameya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ne, dadgeh nikarê wan bidarizîne.

Heke materyal û delîlên mirov têr hebin, li gor rêgezên rayeya daraza cîhanî, Swîsre jî di nav de gelek dewlet, heke sûcek hatibe kirin dadgehên van dewletan dikarin wan bidarizînin. Ji wê boneyê divê dosyeyeke mirov a baş hebe ku mirov bikare bike ku dozger têkevin nav hewldanan. Mexdûrê neçarê çûna Ewropayê dibin, dikarin şahidiyê di van dadgehan de bikin.

Bo nimûne; eger dosyeyeke mirov a baş hebe, TRIAL ku saziya civaka sivîl a navneteweyî ye dikare pê re mijûl bibe.“

Prof. Sassolî diyar kir ku NY ji dîtina çareseriyeke siyasî ji bo şerê li Sûriyeyê, ne jêhatî ye û wiha got: “Jixwe bi şerê Ûkrayna-Rûsyayê ev pêvajo bi temamî bloke bûye. Konseya NY’yê Mafên Mirovan, li herêmên ku Tirkiyeyê dagir kirine jî di nav de lêkolîn kir. Ji ber helwesta dewletan, zêdeyê lêkolînê nikarin tiştekî bikin. Tirkiye bi saya têkiliya ku bi dewleta, rê li ber digire.“