Prof. Fîncanci: Em di serdemeke faşîzmê ya vekirî de ne

Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci destnîşan kir ku ji dewleta norman ew derbasî nava dewleta tedbîran bûne û got, ev yek serdema faşîzmê ya vekirî ye.

Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, di Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de rewşa heyî ya Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Dr. Fîncanci bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê û got, "Bi taybetî, rewşa ku piştî ragihandina Rewşa Awarte derkete holê li pêş çavan e. Me Hefteya Mafên Mirovan sala bihurî di nava şert û mercên giran de pêşwazî kiribûn. Îsal rewş hê girantir e. Tenê li gorî daneyên TÎHV'ê, hejmara mirovên ku di nava 11 mehên destpêkê yên sala 2017'an ji ber êşkenceya li wan hatiye kirin serî li wan dane, 570 ye. Ev yek tenê aliyê tê dîtin e. Ji ber ku gelek mirovên êşkence li wan hatiye kirin, ji ber ku xwe vedigirin, serlêdanan nakin. Halbûkî ev serlêdan gelekî girîng in. Ji ber ku em di heman demê de karekî belgekirinê jî dikin. Ji bo binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê bê dîtin, ev serlêdan gelekî girîng in. Hejmara mirovên serî li Komeleya Mafên Mirovan dane ji vê bêhtir dramatîk e. Zêdeyî 2 hezar û 200 kesî ji ber ku êşkence li wan hatiye kirin serî li ÎHD'ê dane."

Prof. Dr. Fîncanci destnîşan kir ku êşkence ji aliyê polîs û leşkerên dewletê ve ya li binê çavan, ya li girtîgehan ya jî li civîn û xwepêşandanekê tê kirin.

PIRGIRÊKÊN LI GIRTÎGEHAN GELEKÎ GIRAN E

Prof. Dr. Fîncanci işaret bi rewşa girtîgehan jî kir û anî ziman ku pirsgirêkên li girtîgehan ji xw egelekî giran in. Fîncanci got, "Hejmara girtiyan gelekî zêdeyî kapasîteya girtîgehan e. Hejmara mirovên li girtîgehan tên girtin 230 hezar derbas kiriye. Ji nameyên tên şandin em fêhm dikin ku li qewîşên cihê 7-8 kesan, 30 kes tên hiştin, raketin bi dorvegerî tê kirin, ava rojane ji girtiyan re tê dayin têrker nîne, ji ber ku ava germ ji bo demeke gelekî kin tê dayin, girtî neçar in di nava 3-4 deqeyan de xwe bişon. Ji bilî vê yekê lixwekirina kincê ji yek tîpî li ser girtiyan tê ferzkirin.

Wekî din, gelek pêkanînên biçûkxistinê yên mîna lêgerîna bi rengekî tazîkirî, tên kirin. Hevdîtinên vekirî jî ji mehê carekê kirine du mehan carekê."

Prof. Dr. Fîncanci da xuyakirin ku rewşeke din a dramatîk jî guhertina li ser dema binçavkirinê ye û diyar kir ku bi ragihandina Rewşa Awarte re dema binçavkirinê kirin 30 roj û ji ber nerazîbûnan ev yek daxistin 14 rojan.

Prof. Dr. Fîncanci destnîşan kir ku hem destûr nayê dayin ku parêzer muwekîlên xwe bibînin, hem jî parêzer jî mîna muwekîlên xwe bi îdîaya 'endametiya rêxitsinê' tên sûcdarkirin û girtin.

Fîncanci got, "Niha li Tirkiyeyê 600 parêzer girtî ne.

AZADIYA ÇAPEMENIYÊ NÎNE

Di dewama axaftina xwe de Prof. Dr. Fîncanci anî ziman ku mîna parêzeran, rojnamevan jî ji ber ku wezîfeya xwe dikin tên girtin û bi bîr xist ku nêzî 200 rojnamevan niha girtî ne.

Fîncanci got, "Nabe ku rojnamevanek ji ber nivîsên xwe bi daxwaza cezakirina muebbetê were darizandin. Nabe ku bê girtin. Nayê qebûlkirin ku karê rojnamevaniyê weke 'propaganda rêxistina terorê' ya jî 'endametiya rêxistina terorê' were binavkirin. Azadiya çapemeniyê ku rastiyan ji me re radigihîne, ji holê hatiye rakirin. Bêguman ji ber girtina rojname, radyo û TV'yan gelek kedkarên çapemeniyê jî bêkar mane. Ji ber ku kedkarên çapemeniyê yên mayî zexteke giran li ser xwe dibînin û di mijara ewlekariya kar de di nava pirsgirêkan de ne, neçar dimînin serê xwe li ber her şêwe zextê bitewînin."

PÊVAJOYA KU JIYANÊ LI MIROVAN DIHERIMÎNE

Prof. Dr. Fîncanci diyar kir ku Rewşa Awarte ne tenê amûreke ji bo tepisandin û bêdengkirina mûxalîfan e, di heman demê de ji mercên kar heta perwerdeyê, ji şîdeta mêr a li dijî jinê heta mafên tenduristiyê pêvajoyeke welê ye ku jiyanê li mirovan diherimîne.

Fîncanci got, "Rewşa Awarte amûreke ku lêpirsîna mafên mirovan û eşkerebûna rastiyan asteng dike. Bi Rewşa Awarte û biryarnameyan re mekanîzmayên welê hatine afirandin ku lêpirsîna binpêkirina mafên mirovan, bertîlê û karên ne li rê asteng dike."

DERBASÎ NAVA DEWLETA TEDBÎRAN BÛYE

Prof. Dr. Fîncanci destnîşan kir ku li hemberî wan mekanîzmayeke dewletê ya ku xwe dispêre tedbîran û derfetên lêgerîna li mafan asteng dike, heye û got, "Ji ber vê yekê zext û zordarî di vê demê de gelekî giran e. Mîna serdema Nazîzmê, di rewşa heyî de em ji dewleta norman derbasî nava dewleta tedbîran bûne. Li her qada jiyanê norm ji holê rabûn, êdî nirxên me yên hevpar ên moralê nemane. Ji normên jiyana rojane heta normên dadgeriyê yên li nava mekanîzma dewletê hemû norm ji holê rabûn. Ez vê serdemê weke serdemeke faşîzmê ya vekirî dibînim."

Li ser derketina ji nava vê sîstemê jî Fîncanci got, "Cîhan timî ji nava vê derketiye" û işaret bi girîngiya xurtkirina piştevaniya li nava civakê kir.