Polîsên Tirk êşkence li endamên TJA’yê yên destgîrkirî kir

Polîsan piştî ku endamên TJA destgîr kirin, dûre êşkence li wan kir.

Di çarçoveya lêpirsîneke de ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin, duh Amed di serî de li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatibû kirin. Di van lêpirsînan de derbarê 50 jinan biryara destgîrkirinê hatibû dayîn û 18 jin hatibûn destgîrkirin. Duh êvarî jinên ku li Amed û bajarên din hatibûn destgîrkirin, birine Enqereyê.

NAN Û AV NEDAN WAN, DESTÊ WAN JI PAŞ VE KELEPÇE KIRIN

Derket holê ku roj û nîvekê nan û av nedane jinan û dema ku bi şev gihiştine emniyeta Enqereyê jî jinan bi tenê av vexwarine. Hate diyarkirin polîsên Enqereyê destê jinan ji paş ve kelepçe kirine dema ku endama TJA’yê Fîgen Ektî li hemberî vî tiştî li ber xwe daye, êşkence lê hatiye kirin, porê wê hatiye kişandin, çêr û heqaret li hemû jinan hatiye kirin.

Fîgen Aras jî ya ku ji ber qezaya trafîkê hestiyê serê wê derizîbû, ligel ku tevî raporên tendirustiyê bi dozgerê lêpirsînê hevdîtin kir jî hate diyarkirin ev rewş li ber çavan nehatiye girtin. Di heman demê de hatiye diyarkirin ji ber nexweşiya Vertigoyê divê derb li serê wê nekeve jî polîsan bi qestî li serê wê dane.

Hate diyarkirin jineke ku bi nexweşiya penceşerê ye û tedawiya kemoterapiyê dibîne jî hatiye destgîrkirin.

Hate diyarkirin polîsên Enqereyê li ser navê ‘sohbet’ê dixwaze agahiyê ji jinan bistîne.