Polîsên Tirk berxwedana Şenyaşaran proveke dikin

Polîsên Tirk di roja 200'î ya berxwedanê ya malbata Şenyaşar da beriya daxuyaniya parêzeran dest li ser pankartan danî.


Berxwedana Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber avahiya Edliyê ya Rihayê di roja 200'î de didome.

Di roja 200'î ya berxwedanê de polîsên Tirk êrîş anîne ser çalakiyê û xwestin ku dest li ser pankarta bi nivîsa, ''14.06.2018'an li Nexweşxaneya Pirsûsê bavek û 2 kurên wîi hatin kuştin.Ev 3 sal in kesek nehatiye girtin. Bila dawî li hiqûqa xurtan were. Ji bo malbata Şenyaşar dad'' deyne.

Polîsan dest li ser pankart û wêneyên li ser pankartê yên Hecî Esvet û kurên wê Adil û Celal Şenyaşar danî û got bi wêneyan dixwazin di nav mirovan bidin.

Vê navbeynê polîsan êrîş birin ser Emîne Şenyaşar. Li ser gotina, ''adaleta deweletê nîne'' ya Emîne Şenyaşar polîsekî got, ''Dewlet li vir e'' û xwest provake bike.

Her wiha polîsan êrîş bire ser parêzeran jî.

Polîsan hewl dan ku dest li ser wêne û dîmenên nûçegihanê MA'yê Emrûllah Acar û mekîneya wî ya forografan deyne. Bi mudaheleya parêzer û Emîne Şenyaşar malzemeyên Acar lê hatin vegerandin.