Polîsên Tirk beriya rûniştina dozê teblîqata 'qeçaxbûn'ê bi derî ve daleqand

Teblîgata rûniştinê ku nav û hejmara nasnameyê ya siyasetmedarê Kurd Salîh Akdogan û yên pê re tên darizandin hebû bi deriyê malê ve hate daleqandin.

Siyasetmedarê Kurd Salîh Aydogan û hin siyasetmedarên din bi hev re ji dozekê tên darizandin. Beriya rûniştina doza Akdogan û yên din, teblîqata ku gazî dike tevlî rûniştina dozê bibin bi deriyê mala wan ve hate daleqandin. 

Polîsan ev tebxlîxat bi deriyê malê ve daliqandiye û tê de nav û hejmara nasnameyên wan cih digire. Polîsan ji bo kes teblîgatê jê neke dergevan hişyar kiriye û xwestiye her roj were kontrolkirin. Di teblîgatê de hatiye gotin heke beşdarî rûniştina dozê nebin wê biryara “qaçaxiya” li ser wan were standin. 

Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqerê ye.