Polîsê ku Hantaş kuşt hat berdan

Dadgeha Tirk, Polîs Kazim Bozkûrt ê berhevkarê bermayiyan Recep Hantaş qetil kir berda.

Rûniştina doza “kuştina bi qestî ya mirov” a bi daxwaza birîna 25 salan cezayê hepsê li Polîs Kazim Bozkûrt ê 14’ê Nîsana 2019’an li Parka Sumerê ya Taxa Şehîtlîkê ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê berhevkarê bermayiyan Recep Hantaşê 20 salî kuşt hat dîtin.

Doz li Dadgeha Cezayên Giran a 4’emîn a Amedê bû. Parêzerên malbata Hantaş Mehmet Oner, Ercan Yilmaz û Yakûp Guven, parêzerê bersûc Mûstafa Demîr tev li dadgehê bûn. Polîs Kazim Bozkûrt ê serbest tê darizandin tev lê nebû.

 Meqama îdiayê daxwaza cezakirina polîsê bersûc “ji kuştina bi qestîna ya mirov” dubare kir. Parêzer Mehmet Oner jî îşaret bi nakokiyên navbira Buroya Krîmînal a Neteweyî û Saziya Tiba Edlî yên di dosyeyê de kirin û daxwaza xwestina raporeke din ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê û berfirehkirina şopandinê kir.

Dadgehê, daxwaza amadekirina raporeke nuh red kir.

BAL BI SER DEREWA POLÎSAN DE HAT BIRIN

Parêzer Ercan Yilmaz îşaret bi wê yekê kir ku gava lêpirsîn û şopandinê polîsên şahid gotine ku Recep Hantaş gotiye ku bombe pê re heye lê di hevdîtinên li ser laserkê de hatine kirin de behsa ku li ser Hantaş bombe heye nehatiye kirin û wiha axivî: “Bi van qeydan xuya ye ku rast nabêjin. Di qeydên laserkan de pirsa ‘Çek bi kar anî?’ tê kirin. Dibêjin ‘Na’’. Ji axavtina hatiye kirin diyar e ku bi Hantaş re tu çek nîn bûye. Polîsên li cihê bûyerê ji bo parastina hevpîşeyê xwe ev gotin kirine. Divê bawerî bi van gotinan neyê anîn.’”

Parêzer Mehmet Oner anî ziman ku bi raporên kesê dizane her tişt bi zanistî aşkere bûye. Li gor raporan di navbira ketina erdê ya Receb Hantaş bi guleyê û ketina dû bi çeka Kazim B. de du saniye hene. Ev bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) sabît bûye. Oner da zanîn ku di rapora ATK’ê de dibêje ku polîs bersûc yekser gule berdaye, di wê pozîsyonê de, dîtina Hantaş ji xeynî polîsê bersûc ne mimkûn e. Lê rapora keşfê ji bo xelaskirina bersûc hatiye sererastkirin û ev gotin kirin: “Rapora bi encama keşfê hatiye girtin dûrê zanistîbûnê ye. Ji parêzerê bersûc re bigotina vê raporê amade bike wî yê nekariya raporeke wiha ya di lehê bersûc de amade bikira.’”

 ‘BI QESTÎ KUŞTIYE’

Oner derbirî ku gava kuştina Hantaş tu rewşeke bi xeterî nîn bûye, rewşeke ku mirov çekê berde nîn bûye dîsa gule berê serê Hantaş daye. Di dosyeyê de her tişt li ber çavan e. Qisûra miwekîlê min ew e ku ew roj li wir bûye. Polîs ew bi qestî kuştiye.”

DADGEHÊ KUJER PARAST

Parêzerekî din ê malbata Hantaş, Yakûp Guven jî wiha ev tişt bi lêv kirin: “Heke fail welatiyekî bêwesif bûya niha wê di girtîgehê de bûya û wê bi hukmê kuştina bi qestî ya mirov hukum lê bihata kirin. Lê bersûc ji ber ku polîs e bi darizandina ne bi girtinê tê parastin.’”

 Şandeya Dadgehê, bi îdiaya ku tiştekî berbiçav ê polîs Kazim Bozkûrt pê were sûcdarkirin nîn ew biryara berdana wî da û di der barê kuştina Hantaş de biryara serlêdana sûc ji bo polîsên li cihê bûyerê neda.