Polîsan wesayîta ku penaber tê de bûn gulebaran kirin
Polîsên Tirk li ser rêya Wan-Qelqelî wesayîta ku penaber tê de bûn gulebaran kirin. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Polîsên Tirk li ser rêya Wan-Qelqelî wesayîta ku penaber tê de bûn gulebaran kirin. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku wesayîtek penaberan ji navçeya Qelqeliyê ber bi navenda bajarê Wanê ve derketiye rê û 20 penaber tê de hebûne. Hat îdîakirin ku wesayît ketiye rêya şaş û ber bi benda polîsan ve çûye. Li ser vê yekê polîsan gule li wesayîtê barandiye. Di encama gulebarana polîsan de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî bigiranî birîndar bû.
Kesê ku jiyana xwe ji dest da demek dirêj li kêleka rê hat hiştin û rê li çûn û hatinê hat girtin.
Tîmên tenduristiyê ku çûn cihê bûyerê cenaze rakirin nexweşxaneyê û kesên penaber jî li benda polîsan hatine rawestandin.