Polîsan li Enqereyê êriş birin ser malbatên girtiyan

Malbatên girtiyan ên ji gelek bajaran berê xwe dan Enqereyê, xwestin ber bi Wezareta Edaletê ve bimeşin. Di dema meşê de polîsan êriş birin ser malbatên girtiyan.

Malbatên girtiyan ên ji Amed, Wan, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Çûkûrova û Stenbolê bi rê ketin, gihîştin Enqereyê. Malbatên girtiyan destpêkê tevlî civîna koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn.

Malbatên girtiyên nexweş dixwazin, girtiyên ku cezayê wan temam bûne bêne berdan û dawî li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bê anîn.

Malbatên girtiyan piştî civîna koma HDP'ê xwestin ji deriyê Dîkmenê yê Meclîsê ber bi Wezareta Edaletê ve bimeşin. Lê belê polîsan bend danîn ber derî.

Malbatên ku ji Deriyê Dîkmenê derketin, xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê polîsan êriş kirin.

Polîsan bi zorê û lêdanê malbatên girtiyan li wesayitên polîsan siwar kirin.