Polîsan Kiliçarslan a HDP’î revandin û gef lê kirin

Hevseroka HDP’ê ya Sîncanê Fatma Kiliçarslan ji aliyê polîsên Tirk ve hate revandin û gef lê hate kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Enqereyê têkildarî revandina Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sîncanê Fatma Kiliçarslan li avahiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist.  Parlamenter Tulay Hatimogullari û rêveberên partiyê beşdarî civînê bûn.

Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu da zanîn ku hevseroka navçeya wan Fatma Kiliçarslan di saetên bi roj de dema ji malê derketiye ji darbeya 12’ê Îlonê ye. Îro jî zîhniyeta 12’ê Îlonê li ser kar û dixwaze mirovan birevîne û winda bike.”

 Pişt re Fatma Kiliçarslan axivî û behsa tiştên hatine serê wê kir. Kiliçarslan got ew roja 8’ê îlonê dema xwestiye ji kar derkeve biçe malê kesên ku xwe wek polîsan dane nasîn û wê bi darê zorê li wesayîtê siwar kirine û revandine. Kiliçarslan got wê di bin navê dê bibin Miduriyeta Polîsan de birine û kesên xwestine alîkariya wê bikin jî polîsan li wan daye. Kiliçarslan destnîşan kir ku van kesan nêzî 45 deqîqeyan wê di wesayîtê de desteser kiriye û ew bi gef û heqaretan re rûbirû maye. Kiliçarslan got: “Wan polîsan gefa ‘Em ê Enqereyê te teng bikin. Tu yê carek din çavê xwe li Cerablûsê vekî. Tu yê li serê çiyayekî xwe tazî bibînî’. Dibe ew pêşiya me bigirin lê wê nikaribin têkoşîn û xebata me asteng bikin.”

 Tulay Hatimogullari jî da zanîn ku gelek bûyerên wiha revandinê çê dibin û wê kes nikaribe bi HDP’ê paş ve gav bide avêtin. Hatimogullari destnîşan kir ku polîsan di gefa xwe ya ‘Cerablûsê’ de eşkere kirine ku li Sûriyê di nav wan çekdaran de çi kare wan heye û desthilat çawa ketiye pey şerek qirêj.