Polîsan êrîşî merasîma bibîranîna Îbrahîm Kaypakkaya kirin

Polîsên li Kadikoyê êrîşî hêzên demokrasiyê kirin ên ku dixwestin pêşengê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr bînin.

Bi pêşengiya HDP, HDK, Partîzan û Partiya Şoreşger ji bo bibîranîna pêşengê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya yê ku 44 sal berê jiyana xwe ji dest daye û ji bo şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, girse li pêşiya Operaya Sureyyayê û Avahiya Bajêr a Partiya Şoreşger kom bûn.

Di êrîşê de çalakvanên bi navê Ozlem Halîsdemîr, Dêrsim Konak, Mahîr Guz, Tahîr Demîrtaş û Bûrak Tokmak hatin binçavkirin. Piştî êrîşî polîsan destûr da ku girse li ber avahiya Partiya Şoreşger werin ba hev lê bi vekirina posterê Îbrahîm Kaypakkaya  û pankartê re polîsan mudaxeleyî girseyê kirin û  gulleyên plastîk li gel reşandin.

Di êrîşê de endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Bulent Ûygûner û endamê Ji bo Fîlîstînê Pêngava Boykota li ser Îsraîlê Harûn Tûrgay jî hate binçavkirin.