Polîsan êrîşî çalakiya rojnamevanan kir: 3 rojnamevan hatin destgîrkirin

DFG û MKGP’ê ji bo rojnamevanên hatine girtin xwest çalakiyekê bike. Polîsan êrîşî çalakiyê kir û 3 rojnamevan destgîr kir.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) xwest ji bo 16 rojnamevanên li Amedê hatibûn girtin, li Qada Ulusê ya Enqereyê çalakiyê bike. Polîsan êrîşî çalakiyê kir.

Polîsan dora qadê girtin û nehiştin rojnamevan derbas bibin. Nûçegihanê buroya Enqereyê ya Ajansa Mezopotamyayê Denîz Nazlim û rojnamevan Sîbel Yukler jî di nav de, polîsan li 3 rojnamevanan dan û ew destgîrkirin.

Polîsan hê jî dora qadê girtine.

Rojnamevan çûn Nûnertiya DÎSK’ê ya Enqereyê û tê payîn li wir daxuyaniyê bidin.