Polîsan êrişê SGDF’iyan kir: 3 kes destgîrkirin

Polîsên Tirk êrişê xwendevanên zanîngehê ku têkildarê pirsgirêka cihê lê dimînin li ber Serokatiya AKP’ê ya Bajarê Îzmîrê daxuyanî dan kir û 3 SGDF’yî bi erdê re kişandin û ew destgîrkirin.

3 endamên Federasyona Saziyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca protestokirina pirsgirêka cihê mayînê li ber Serokatiya AKP’ê ya Bajar ya li nevçeya Bayrkali a Îzmîrê daxuyaniyek dan. Polîs êrişê xwendevanên ku pankarta “Bicih bûn maf e, emê bistînin” vekiribûn kir. Polîsan ciwan bi erdê re rakişan û ew destgîrkirin.

‘EM JI BO HESAB BIPIRSIN HATIN’

Gamze Toprak daxuyanî da û got, “Em hatine ku ji yên xwendevan li kolanan dirazînin û di qesran de di nava sefayê de dirazên hesab bipirsin. Bicih bûn mafê me yê herî bingehîn e û waye em hatine ku ji yên di qesran de dirazên hesab bipirsin û mafê bicih bûnê ku mafê me yê herî mezin e bistînin. Em li dijî pergala êşkence jî li kolan û meydanan in.”

Gamze Toprak, Îsmaîl Temel û Tûncay Yildirim ên hatinî destgîrkirin rakirin Mudûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.