Polîsan cara 2'yan êrîşî çalakiya li Enqerê kirin

Polîsan cara duyemîn êrîş bire ser girseya ku li ber Bîrdariya Mafên Mirovan binçavkirina Akademîsyen Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça protesto dikirin. Polîsan herî kêm 10 kes binçav kirin, êrîşa polîsan a di wesayîtê de bi gaza îsotê dom kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya akademisyen Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 75'an de berdewam dike. Polîsan şevê din di saet 01:00'an de Gulmen û Ozakça binçav kirin û hêdi bin çavan dene. Koma yekem ji bo piştgiriyê çalakî pêk anî, polîsan mudaxeleyî wan kirin. Koma duyemîn jî li pêşiya Bîrdariya Mafên mirovan a Kolana Yukselê kom bûn û piştgirîdan çalakiya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça. Polîsan bi awayekî tund êrîş û mudaxeleyî Koma duyemîn kir. Polîsan di êrîşê de Muslum Bezirgan, Bîlgî Işilyilmaz, Omer Akyel, Sibel Baglaç binçav kirin.

Piştî nivro koma duyemîn li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî da. Dayika Ozakça Esra Ozakça û dayika wî Sûltan Ozakça, wekilên HDP'ê Behçet Yildirim, Mîthat Sancar, Alîcan Onlu, Mahmûut Togrûl û Bedîa Ozgokçe Ertan, wekîlên CHP’ê Veli Agababa, Eren Erdem, Alî Haydar Hakverdi û Mûstafa Balbay amade bûn. Wekilê CHP'ê Mûstafa Balbay, porê ku di êrîşa polîsan de qut bû nîşanî kamerayan da û got: “Polîsan jin bi erdê re kaş kirin. Di êrîşê de porê jinan ji ber kaşkirina bi erdê ve qetiyan. "

Di daxuyaniyê de xwestin ku heta saet 18.00’an Nûriye û Semîh berdin. Komê diyar kir ku wê saet di 18.00’an de dîsa li ber Bîrdariya Mafên Mirovan kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin.

Dema komê çalakiya rûniştinê pêk anî polîsan dîsa bi bombeyên gaze êrîş kir û Esra Ozakça, Sultan Ozakça, Acun Karadag, Velî Saçîlîk, Mehmet Dersûlû, Îlhan Kaya binçav kirin. Dema polisan kom binçav kirin 6 kes di wesayîta polîsan de jî hatin derbkirin. Polîsan di wesayîta polîsan de jî êrîş berdewam kirin û gaza îsotê avet rûyê wan. Esra Ozakça ku nexweşa astimê bû, bêhna wê çikiya. Dayika Semîh Ozakça Sûltan Ozakça jî bertek nîşan da û got: "Ev êşkenceyê li me dikin." Piştî mudaxaleya polisan wekilên CHP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Rageşiya li ser kolanê berdewam dike.