Polîsan çalakiya xizmên windayan asteng kir

Polîsan çalakiya xizmên windayan û ÎHD’ê ya ji bo Tahîr Elçî asteng kirin. Xizmên windayan li Êlîhê jî daxuyanî dan.

Xizmên windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 720’an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê hatin ba hev. Bi çalakiyê xwestin aqûbeta kûjerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê Mijdara 2015’an de hatibû qetilkirin bipirsin. Lê çalakî bi hinceta biryara qedexekirina çalakiyan a Walitiya Amedê hat astengkirin.

Cigirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn, gelek endamên ÎHD’ê û gel tevlî çalakiyê bûn.

Li ser astengkirina polîsan jî girsê li ber baranê sekinî û belav nebû. Pişt re jî Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn bertek nîşanî astengkirina çalakiyê da. Zeytûn anî ziman ku bi hinceta biryara li dijî hiqûqê ya Walitiya Amedê çalakiya wan hatiye astengkirin û ev tişt gotin: “Bi gelek polîsan derdora çalakiyê hatiye dorpêç kirin. Çalakiya xizmên windakiriyan ku bi salan e her hefte li dardixin û têkoşîna dîtina xizmên xwe didin, îro hat asteng kirin. Me li dijî vê astengiyê gilî kir, em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Em dê her tim piştgiriya tekoşîna xizmên windakiriyan bikin. Em vê yekê weke biryareke bi edalet nabînin.”

ÊLIH

Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 555’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan û wêneyên windakiriyan hilgirtin.

 Rêveberê Şaxa ÎHD’ê  Zekî Tanguner ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku ji bo aqûbeta windakiriyan bên dîtin têkoşîna xwe didomînin û bi lêv kir ku heta ku rastî derkeve holê wê di têkoşîna xwe de israr bikin.

Tanguner, di daxuyaniyê de çîroka Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî xwend. Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de hatibû qetilkirin. Daxuyanî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.