Polîsan bi ser mala Eren Keskîn de girtin

Polîsên Tirk bi ser mala dayika Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn de girtin. Keskîn li dijî vê helwest nîşan da û got,“Ji ber axaftinek wê ya berî du sal û nîvan lêpirsîn derheqê wê de hatiye vekirin”

Li Stenbolê polîsên Tirk  bi ser mala dayika Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Fatma Sevgî Keskîn de girt. Di serdegirina malê de diyar bû ku ji ber axaftinek Keskîn ya berî du sal û nîvan ku li Dersîmê kiriye, lêpirsin hatiye vekirin.

Derbarê serdegirtina malê de Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn anî ziman ku di wextê serdegirtinê de ew ne li malê bûye û got,“Piştî serdegirtina malê, polîs li min geriyan û gotin, îfadeya te heye.”

Keskîn destnîşan kir ku wê roja sêşemê biçe îfadeyê bide û got,“Di vê saetê de çûne malê. Ma divê saetê de îfade dibe? Hejmara telefonê dîtine û geriyane. Hinceta serdegirtinê jî ber axaftina min ya beriya bi du sal û nîvan e, ku  li Dersimê di panelekê de axivîbûm. Bi vê hincetê lêpirsin dane destpêkirin. Tê îdiakirin, ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ Ez timî li vir im, ma di vê saetê de çawan çêdibe ku diçin mala parezerekê? Ewqas tiştek dijrastiyê ye. Tenê ji bo ku bêzar bikin wiha dikin. Roja sêşemê ez ê biçim îfadeyê bidim.”