Polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kirin

Polîsên Tirk avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê dorpêç kirin.

Polîsên Tirk avahiya navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dorpêç kir. Polîsan nehişt ku xebatkar û endamên partiyê bikevin avahiyê.

Diyar bû, kesên provakator ku li ber avahiya Rêxistina Bajêr a Amedê rûniştine, xwestine ku li ber avahiyê daxuyanî bidin û ji ber vê avahiya partiyê hatiye dorpêçkirin.

Parlamenterê Êlihê yê HDP'ê Mehmet Ruştî Tiryakî li ser dorpêça polîsan hate avahiyê û got, ''Em hîn bûn ku wê bêne vir, daxuyaniyê bidin û çelengê deynin û belkî jî rûnin. Wê xebatên partiyê asteng bikin. Em jî hatin ber Navenda Giştî û me got em ê destûra vê nedin. Wê bi domdirêjî li ber avahiya me nemînin, 1-2 kes wê werin, çelengê deynin û biçin. Em jî li nav avahiyê rawestiyane. Heke ji vê wêdetir tiştekî bikin, em ê nehêlin.''