PKK: Şehîd, têkoşîna li ser xeta serketinê li me ferz dikin

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi wesîleya 18'ê Gulanê salvegera şehadeta yek ji damezrînerên PKK'ê Hakî Karer û yek ji rêberên şoreşa Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya daxuyaniyek da.

Komîteya Rêveber a PKK'ê di peyama xwe ya nivîskî de ji bo 18'ê Gulanê got, "41. Roja Şehîdan û Meha Şehîdan."

Komîteyê got, "Weke gel û tevgerê em roj û meheke nû ya şehîdan pêşwazî dikin. 18'ê Gulanê hem roja şehadeta şehîdê destpêkê yê Şoreşa Kurdistanê Hakî Karer e ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo wî digot 'mîna ruhê min ê veşartî bû', hem jî roja şehadeta yek ji lîderên Şoreşa Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya ye. Bi vî rengî em di 41. Roja Şehîdan û Meha Şehîdan de ne û dikevin sala 42. a şehîdan."

'EM HEMÛ ŞEHÎDÊN ŞOREŞÊ BI BÎR TÎNIN'

Di dewama peyamê de wiha hate gotin: "Em dibêjin, ku di sala çil û dudiyan de, em ê li ser şopa şehîdên xwe, d ixeta serketinê de têkoşîna xwe bidomînin û armancên wan bi ser bixînin. Li ser vê bingehê, di salvegera 41'ê de em şoreşgerê mezin, şehîdê xwe yê destpêkê û yek ji damezrînerên partiya xwe hevrê Hakî Karer û di şexsê wî de hemû şehîdên partiyê û têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Wekî din, di salvegera 45. a şehadeta wî de lîderê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya û di şexsê wî de hemû şehîdên şoreşa Tirkiyeyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Soza ku me ji bo afirandina Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana azad dane şehîdên xwe yên leheng, em careke din dubare dikin.

'KARWANÊ ŞEHÎDAN Ê BI HAKÎ KARER DEST PÊ KIR'

Em dibînin ku tovê destpêkê yê şoreşê ku bi hevrê Hakî Karer re kete nava axê, şîn bûye û bi navê PKK'ê veguheriye partiyeke pêşneg, bi navê HPG'ê bûye artêşa gerîla ya têk naçe û bi navê KCK'ê jî veguheriye neteweyeke demokratîk a nû. Em hemû zanin ku Karwanê Şehîdan ê bi Hakî Karer re dest pê kir, di nava 41 salî de mezin bû û veguherî Artêşa Şehîdan a leheng a ji çil hezarî. Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de ku rastiya şehîdan rast fêhm dike û ti carî ji ser xeta şehîdan derneketiye, em hemû fêhm dikin ku weke Berdevkiya Şehîdan, lîderiya gelan, jin û ciwanan hatiye afirandin. Di şexsê van mirovên wêrek û leheng de ku li Tirkiyeyê ji dayik bûn û li Kurdistanê li dijî faşîzm û mêtingeriyê şer kirin û şehîd bûn, em dibînin ku têkiliyên navbera Kurd û Tirkan û hemû gelan veguherîne têkiliyên dostane, xwişk û biratiyê û hevrêtiyê. Em bi awayekî vekirî eşkere dikin ku rastiya nû ev e û sedsala bê jî wê li ser vê bingehê bi rê ve biçe.

'FÊHMKIRIN Û XWEDÎDERKETIN'

Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku PKK partiyeke şehîdan e, bîranîna hevrê Hakî Karer divê veguhere rêxistin û çalakiyê û şehîdên me yên leheng bi rengê PKK û PAJK'ê dijîn. Fêhmkirina rastiya şehîdan û xwedîderketina li bîranînên wan bû sedem ku di her salvegerê de têkoşîn bê geşkirin û şehîdên nû bên dayin. Li ser vê bingehê di her roja meha Gulanê de bi dehan şehadet rû dan û tevgereke şoreşger derkete holê ku her rojên salê şehîdên xwe hene. Bi vê wesîleyê, em hevrê Halîl Çavgûn ku 19'ê Gulana 1978'an li Hîlwanê di çalakiyê de şehîd bû di salvegera çilemîn a şehadeta wî de, Ferhat Kûrtay û her çar hevrêyên li zindana Amedê tarîtiya 12'ê Îlonê ji holê rakirin di salvegera sih û şeşemîn de, di şexsê hevrê Salih û Hêlîn de hemû hevrêyên 16'ê Gulana 1997'an li Hewlêrê hatin qetilkirin di salvegera bîst û yekemîn de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di her rojên meha Gulanê de bi dehan şehîdên me hene û em van hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û hezkirinê bi bîr tînin. Em bang li hemû hevrêyên xwe, jin, ciwan, tevahiya gelê xwe û hêzên şoreşger-demokratîk dikin ku di meha Gulanê de her roj şehîdan bi bîr bînin, ji bo bîranîna wan civîn, meş û çalakiyên cuda li dar bixin û di xeta şehîdan de xwe nû bikin.

'CIVATA HERÎ WÊREK Û FEDAKAR A PARTIYA ME: ARTÊŞA ŞEHÎDAN'

Weke gel û tevgerê em baş bi vê rastiyê zanin; eger artêşeke mirovan a şehîdan hebe, hingî mirov xwedî hêza herî mezin e ku têk naçe. Ji ber ku rastiya şehîdan rastiyeke welê ye ku timî ruh û hişmendiyê dide me, me li ser rêya rast dihêle, her tim û li her cihî dibe çavkaniya me ya herî mezin a hêzê. Şehîdên me nav û delîlê hebûn, azadî û serketina me ye. Ya ku em ji nava pasîfîzm û teslîmiyetê derxist û gihand vê astê, ya ku em perwerde û bi rêxistin kir û kir ku li dijî faşîzma TC a mêtinger-qirker bi lehengî li ber xwe bide, rastiya şehîdan e. Civata herî wêrek û fedakar a partî û gelê me, artêşa şehîdan e. Gelê me bi şehîdên xwe heye û tevgera jin û ciwanan bi hêza şehîdan bi rê ve diçe. Şehîdên me rê li ber me vekirin û rêya rast a jiyana azad û însanî nîşanî me dan. Bûn banga wê yekê ku em bi wêrekî di vê rêyê de bimeşin. Tevger û gelekî ku bi fermana Artêşa Şehîdan bimeşe, wê qet têk neçe. Gelekî ku pêşengê xwe Artêşa Şehîdan be, serketin misoger kiriye.

'FERMANA TÊKOŞÎNÊ YA LI SER XETA SERKETINÊ'

Bêguman rastiya şehîdan a ku hêzê dide tevger û gelê me, her wiha wezîfeyan jî didin ser milê me ku divê em bi ser bixînin. Beriya her tiştî divê rastiya Şehîdan û têkiliya Şehîdan-Rêbertî rast were fêhmkirin. Şehîdên me rêya rast a azad nîşanî me da. Her wiha fermanê dide me ku em bi biryardarî di vê rêyê de bimeşin û serketinê misoger bikin. Ji me dixwazin ku em di rêya serketinê ya ku ew ronî dikin, bi biryardarî bimeşin. Ji me dixwazin ku em bibin milîtanên fedayî yên serketî û welatparêzên hevgirtî. Wan her tiştên xwe feda kirine û hebûn û jiyana azad a Kurdan gihandin vê astê. Ji me dixwazin ku em vê rastiyê ebedî bikin. Fermanê dide me ku li dijî her şêwe paşverûtî û astengiyên li pêşiya vê yekê, em di xeta serketinê de têbikoşin.

Bêguman daxwazên şehîdên me yê leheng, dikarin bi cih werin anîn û divê teqez bi cih bên anîn. Ji bo vê yekê jî şert e ku rastiya şehîdan bê fêhmkirin, di rastiya şehîdan de hîn bibin û li ser vê bingehê em xwe ji her şêwe seknên takekesî rizgar bikin û xwe bikin welatparêz, demokrat û şoreşgerên rasteqîn. Bêguman girî û gazin bi kêrî tiştekî nayê. Her wiha tiştekî xetere ye ku bi çavê berjewendiyên madî li rastiya şehîdan binerin. Şehîdên me; çavkaniya nêrîn û hestên me yên herî bedew in, pîvan û afirînerên fedakarî û wêrekiya me ne, delîl û garantiya serketina me ne. Eger em fêr bibin ku di rastiya şehîdan de rast fêhm bikin, hingî em ê her şêweyên serketinê misoger bikin.

'DIVÊ NÛBÛN BI REXNE Û REXNEDAYINÊ BÊ KIRIN'

Bi vê bîr û baweriyê em dikarin bi hêsanî bêjin ku di salvegera çil û duyemîn a sala Şehîdan de, weke gel û tevgera xwedî hêza herî xurt a dîrokê û pêşengiya Şehîdan a dînamîk, ji her demê bêhtir em xurt û bi îdîa ne. Di salvegera çil û duyemîn a sala Şehîdan de, em ê faşîzma TC a mêtinger-qirker têk bibin û soza serketinê ku me dane şehîdên xwe bi cih bînin. Vê yekê jî em ê bi têkoşîna leheng a li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bikin. Li ser vê bingehê em ê Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê bi ser bixînin û ji bo Rêber Abdullah Ocalan şert û mercên azad ên jiyanê biafirînin.

Li ser vê bingehê, di salvegera 41. a şehadeta wî de em milîtanê şoreşger ê mezin û lîderê gelan hevrê Hakî Karer careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bang li hemû hevrêyên xwe û gelê xwe yê welatparêz dikin ku li ser rastiya Şehîdan hê bêhtir kûr bibin, di xeta Rêbertî û Şehîdan de bi rexnekirin û rexnedayinê xwe nû bikin û bi têkbirina faşîzmê re serketina şoreşê misoger bikin."