PJAK û KODAR: Pêşengiya jinan wê misogeriya serketina şoreşê be

PJAK û KODAR’ê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke hevbeş dan û gotin; “Bilindkirina asta têkoşînê ji bo parastina hebûna jin û civakê li dijî pergala faşîst, êrîşkar û êşkencekar a Îranê wê misogerkirin serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê be.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PAJAK) û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê daxuyaniyeke hevbeş a nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi saya van têkoşînên ku bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li welatên Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê deng vedaye, jinên Kurd li dijî polîtîkayên sîstemên baviksalarî û tundiyê bûne pêşengên rast ên têkoşînê. Bi saya fedekariya bi hezaran jinên di nava refên gerîla de îro îdeolojiya azadiya jinê bûye temamkerê paradîgmaya ‘civaka demokratîk-ekolojîk’.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Îro bêyî azadiya jinê û pêkanîna şoreşa azadiyê ya bi pêşengiya jinan, civak wê nekaribe bi temamî azadiyê bi dest bixe. Bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, bilindkirina asta têkoşînê ji bo parastina hebûna jin û civakê li dijî pergala faşîst, êrîşkar û êşkencekar a Îranê ku çanda tundiya li dijî jinan bi serweriya tam li ser wan ava dike, wê misogerkirin serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê be.

Jinên Kurd bi pêşengiya ji bo jinên li welatên Rojhilata Navîn, karîne di warê siyasî, leşkerî û civakî de ji bo xwe û hemû civakan destketiyên herî mezin bi dest xistin. Bi saya van têkoşînên ku bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li welatên Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê deng vedaye, jinên Kurd li dijî polîtîkayên sîstemên baviksalarî û tundiyê bûne pêşengên rast ên têkoşînê. Bi saya fedekariya bi hezaran jinên di nava refên gerîla de îro îdeolojiya azadiya jinê bûye temamkerê paradîgmaya ‘civaka demokratîk-ekolojîk’.

Pêşxistina tekoşîna rizgarîxwaza jina Kurd di demekê de ye ku bandorkeriya wê ya kûr bûye sedema avabûna bihêz a tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” li seranserê Îranê û jinan ala tekoşîna şoreşgerî ya hemû gelên wî welatî bilind kiriye. Vê tevgerê îspat kir ku rêya azadiya civakê di rêya azadiya jinê re derbas dibe û sedsala bîst û yekemîn sedsala azadiya jinên têkoşer û rizgarbûna ji pergalên baviksalarî û dij-jin e.

Îro jinên Rojhilatê Kurdistanê weke pêşengên serhildana jinên Îranê barekî girantir hilgirtine ser milê xwe. Bê guman bi saya van tekoşînan wê roja azadiyê li ser destên jinan bihilê (derkeve) û wê hilatina wê hemû civak û gelan sûdmend bike.

Mîmarê sereke yê fikir û îdeolojiya azadiya jinê Rêber Apo ye ku bi kedên xwe yên bê dawî karî rêya xwe azadkirinê û veguerîna wê bi artêşeke azadîxwaz re li ber jinan veke. Îro jinên Kurd di nava refên hêzên gerîla de xwedî îradeyeke xurt a ji bo ku li ser lingan bisekinin e. Şoreşa jina Kurd ku bingeha ronesansa nûjen a sedsalê ye, di hemû aliyên siyasî, leşkerî, çandî, aborî û civakî de ji bo jinê şoreşeke tam e ku di dîrokê de mînakên wê kêm in.

Îro çarenûsa ‘civak, jin û ekolojî’ ji têkoşînê heta bi azadiyê ve girêdayî ye û bi saya îdeolojiya azadiya jinê diçe ku civakeke nû li Kurdistanê derkeve holê. Parêzvanên rastîn ên vê civakê şervanên jin in.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PAJAK) û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di vê dema ku serhildana li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike, bang li hemû jinên ku ji bo serketina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, biherike qadan. Pêşengiya jinan wê misogeriya serketina şoreşê û bidestxistina azadiyê ji bo hemû gelên bindest ên li seranserê Îranê be. Jin hêza pêkanîna demokratîkbûna Îranê ne. Pêwîst e hemû çîn û girse li kêleka jinên têkoşer li dijî rejîma faşîst û tundîxwaz a Îranê ku çanda mêtingerî, êrîşkarî, tundî û qirkirinê gihandiye asta herî bilind, têbikoşin. PJAK û KODAR bi birêxistinkirina jinan di nava refên xwe de Artêşa Azadiya Jin a Rojhilatê Kurdistanê ava kirine ku bi saya wê jinan karîne bi pêşengîkirina di hemû qadên rêxistinbûyîna pratîkî de, gelê me nêzî azadiyê bike. Ev artêşa jinê ji bo têkoşîna li dijî sîstema tundîxwaz û baviksalarî bûye palpişt û bingeha sereke ya civakê. Azadiya jinê azadiya civakê ye û temînata bextewariya civakên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye.”