PJAK’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

PJAK’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 hevalên xwe yên roja 27’ê Tîrmeha 2021’an li herêma Bokanê şehîd bûbûn eşkere kir û banga xwedîderketina li bîranîna wan kir.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) îro têkildarî şehadeta 2 hevrêyên xwe yên bi navê Idrîs Fêqhî (Aryo Zal) û Muhsên Qadêrî (Şahîn Agirî) daxuyaniyek da.

PJAK’ê di daxuyaniya xwe de bal dikişîne ser êrîşên rejîma Îranê yên dema dawî û got ku rejîma Îranê bi wan êrîşan dixwaze di kesayeta Kurd de çavê hemû gelên Îranê bitirsîne û wan ji serhildan û têkoşîna ji bo mafên xwe yên rewa dûr bixîne.

Di daxuyaniyê de wiha behsa şehîdbûna her 2 hevalên xwe dike; “Di çarçoveya êrîş û dagirkeriyên rejîma Îranê roja 27’ê Tîrmeha 2021’an li herêma Bokan a girêdayî parêzgeha Ûrmiyê, hêzên dagirker ên rejîma Îranê ji bo 2 hevalên me ku mijûlê pêkanîna erkên xwe yên rêxistinî bû kemîn datine. Çekdar û caşên rejîmê bi şêwazeke dirindane êrîşî hevalên me dikin û ew her 2 hevalên me bi qehremanî li hemberî çekdarên rejîmê li ber xwe didin û di encamê şerê ne wekhev de, piştî berxwedaniyeke qehremanî heval Aryo û Şahîn tevlî karwanê nemiran dibin.”

PJAK’ê di berdewamniya daxuyaniya xwe de bi berfirehî îşare bi sekn û têkoşîna her 2 şehîdan dike û dibêje: “Heval Şahîn û heval Aryo bi baweriya temam ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo, tevî metirsiyan di dem û navçeyên herî dijwar de erkê pêşengî ji bo perwerdekirina civaka xwe girtin ser milê xwe û ji bo pêkanîna civakek azad û gelê şoreşger wek milîtanek fedayî heya dilopa dawî ya xwîna xwe erkê xwe yê şoreşgerî pêkanîn.”

Paritya Jiyana Azada a Kurdistanê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan, xelkê welatparêz ên Bokan, Sine û hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê, endam û dostan xwest û soza domandina têkoşîna wan da. Her wiha bang li gel kir ku ji bo xwedîderketina li bîranînê şehîd Aryo û Şahîn bera xwe bidin çiyayên Kurdistanê û bi hilgirtina çeka şehîdan xwedî li xeta têkoşînê derkevin û ji bo pêkanîna xewn û xeyalê şehîdan têkoşînê gurtir bikin.