Piştî 30 salên dîlgirtinê, di roja berdanê de careke din hate girtin
Şadiye Manap a ku 30 salan li girtîgehên dewleta Tirk dîl dihate girtin, roja ku hate berdan dema ji girtîgehê derket careke din hate girtin.
Şadiye Manap a ku 30 salan li girtîgehên dewleta Tirk dîl dihate girtin, roja ku hate berdan dema ji girtîgehê derket careke din hate girtin.
Şadiye Manap 1'ê Kanûnê li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê hatibû berdan.
Lê belê dema ji girtîgehê derdiket careke din hate girtin. Manap bi hinceta dosyayeke cuda ya sala 2020'î hate girtin.
Manap, piştî 4 rojên destgîrkirinê di 5'ê Kanûnê de sewqî Edliyeya Kocaeliyê hate kirin.
Manap ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ve careke din hate girtin.