Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne

Ji Zanîngeha Texasê pisporê girtîgehan Denîs O'Hearn diyar kir ku sîstemeke tecrîdê ya li Îmraliyê li devereke din a cîhanê nîne.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sê sal in bi ti awayî agahî nayên wergirtin. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan ji bo çend deqeyan bi telefonê pê re axivî bû. Parêzer jî ji Tebaxa 2019'an û vir ve nikarin biçin Îmraliyê.

Li dijî tecrîdê li qada navneteweyî kampanya têne meşandin. Di 11'ê Gulanê de Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku 3 kesan pêk dihat, li Stenbolê bi Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û gelek saziyan re hevdîtin kiribû.

Endamên heyetê di 16'ê Gulanê de li Îzlandayê beşdarî Civîna Bilind a Konseya Ewropayê bûn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistin rojevê, daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Ji endamên heyetê profesorê sosyolojî û antropolojiyê yê Zanîngeha Texasê Denîs O'Hearn ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

O'Hearn ku girtîgeh û tecrîd qada wî ya pisporiyê ye, bi taybetî li ser girtîgehên li Îrlandayê lêkolînên berfireh kir.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ JI SUPERMAXÊ JÎ GIRANTIR E

Denîs O'Hearn ku li ser girtîgehên bi ewlekariya bilind a maksîmûm kar kiriye, yên weke Tîpa H, Tîpa F an jî 'SuperMax' têne naskirin, destnîşan kir ku sîstema li Îmraliyê li devereke din a cîhanê nîne.

O'Hearn got, "Yekane cihê ku nêzî sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û qutkirina têkiliyê ya bi temamî dibînim, girtîgehên tarî ne ku piştî şerê li Iraqê DYE'yê hem li Emerîkayê hem jî li Efganistanê weke SuperMax ava kir. Tecrîda ku 2-3 salên dawî li ser Ocalan tê ferzkirin, min mînaka wê li devereke din a cîhanê nedîtiye. Ji xwe eger hebûya wê komên mafên mirovan teqez bixistana rojevê."

O'Hearn ji bo van girtîgehên ku weke 'Dojeha li cîhanê' pênase dike, wiha axivî, "Min derfet dît ku bi hin girtiyan re hevdîtinê bikim. Ez baş zanim ku ev girtîgeh bi rengekî veşartî têne hiştin. Li devereke din a cîhanê mîna vê, kiryarên astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re nîne. Min di dîroka nêz de tecrîdeke bi vî rengî nedîtiye."

'LI ELMANYA NAZÎ JÎ LI GIRTÎGEHAN TÊKILÎ DIHATE DANÎN

Denîs O'Hearn girtîgehên di dema Elmanya Nazî de bi bîr xist û got, "Hûn zanin, di dema Elmanya faşîst de kampên girtîgehê hebûn, lê belê li wir jî dikare bê gotin ku Sowyetan bi hin girtîgehan re têkilî datanî. Cîhana rojava ji girtîgehên tarî (SuperMax) şerm dike û li ser van neaxive. Lê belê Tirkiye ji ber Îmraliyê şerm nake, bêyî ku li ber xwe bikeve bi eşkere dewam dike."

'DIVÊ PÊKANÎN LI SER DEWLETA TIRK BÊNE FERZKIRIN'

O'Hearn nerazîbûn nîşanî bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê da û got, "Kiryarên li dijî Ocalan li pêş çavên her kesî tê kirin û kes dengê xwe nake. Di vê mijarê de hewldan nayên kirin. Bi dîtina min cotstandartî heye."

O'Hearn got, "Ji ber kiryarên li dijî Ocalan divê pêkanîn li ser dewleta Tirk bê ferzkirin. Lê belê civaka Ewropayê di vê der barê de gavekê navêje. Ji bo mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî bi cih were anîn divê zext li Tirkiyeyê bê kirin."

'YA KU TÊ KIRIN ÊŞKENCE YE'

O'Hearn Pîvanên Nelson Mandela bi bîr xist û got, "Li gorî Pîvanên Mandela eger girtiyek ji 15 rojan bêhtir nikaribe têkiliyê bi derve re dayne, hingî ev dibe êşkence. Ev yek teqez êşkence ye. Divê Ewropa ji Tirkiyeyê re bibêje 'Ya ku hûn li Ocalan dikin, êşkence ye'. Lê belê vê nakin."

O'Hearn bi dewamî got, "Welatên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan divê nehêlin ku ser van kiryaran bê nixumandin. Nabe ku Ocalan li Girava Îmraliyê bê veşartin. Kiryarên li wir divê bêne eşkerekirin. Ne tenê li Tirkiyeyê divê li tevahiya cîhanê her kes bi kiryarên li dijî Ocalan zanibe. Tevî Ocalan divê kiryarên li hezaran girtiyên Kurd têne kirin bêne eşkerekirin. Hîn bêhtir divê neyên veşartin."