Pirtûkxaneyeke ji pirtûkên Kurdî li Amedê hate vekirin

Ciwanê bi navê Îlyas Karagoz li navçeya Sûrê ya Amedê pirtûkxaneyek vekir û tenê pirtûkên Kurdî lê hene. Karagoz got, wî xizmeta ji bo Kurdî li ser xwe weke barekî dîtiye, lewma ev pirtûkxane vekiriye.

Li taxa Ziya Gokalp ya navçeya Sûrê ya Amedê ciwanê bi navê Îlyas Karagoz li kargeha xwe ya otantîk 'Pirtûkxaneya Amedê' ku tenê pirtûkên Kurdî lê ne, vekir. Karagoz dibêje, di vê serdema dîrokî de ku partiyên Kurdan tên li gel hev û ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî kar dikin, min jî tişta ket li ser milê xwe pêk anî.

BAZARA OTANTÎK Û GALARIYA HUNERÊ

Karagoz da zanîn ku berî 7 salan li dergûşa dîrokê li Sûrê wan kargeha otantîk vekir û wiha axivî: "Ji zarokatiya xwe ve eleqeya min ji bo şûnwarê dîrokî û hunerê heye. Berî em kargeha xwe vekin demek dirêj em li avahiyek dîrokî geriyan. Piştî me avahî dît li vir me bazara otantîk vekir û li jorî bazara otantîk me xwest galariya hunerê vekin. Li jêr bazara otantîk, li jor jî galeriya hunerê. Di galariya hunerê de peyker, tablo û hunera destan seramîk hene. Berî çend mehan me biryar da ku li ser galariya hunerê pirtûkxaneya Kurdî zêde bikin."

'POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ YÊN LI SER CIWAN Û ZAROKAN'

Karagoz anî ziman ku berî mehekê xebatên pirtûkxaneya Kurdî qediyan, eleqeya ciwanan jî ji bo pirtûkxanê zêde ye. Karagoz destnîşan kir ku di pirtûkxaneyê de pirtûkên ji bo zarokan, roman, çîrok, helbest, ferheng û serpêhatiyên Kurdî hene. Karagoz bilêv kir ku li Tirkiye û Kurdisanê pişaftinek kûr li ser zarok û ciwanan heye. Karagoz wiha dom kir: "Paşeroja welat bi zarok û ciwanan ronî dibe. Ji bo vê yekê jî pirtûkên ji bo zarok û bi taybet ji bo ciwanan li pirtûkxaneya me tê dîtn. Xizmeta ji bo Zimanê Kurdî bareke li ser her mirovekî Kurd, min jî ev yek ji bo xwe weke bar dît û min pirtûkxaneya Amedê vekir."

'EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN'

Ciwanê bi navê Cûma Karakoç ku rojê 4 saetan li pirtûkxaneyê wextê xwe bi xwendina pirtûk derbas dike wiha got, "Dema ku ez li gund bûm ez hînî Tirkî kirim, piştre hînî Kurdî bûm. Li ser civaka Kurdan polîtîkayên pişaftinê di asta herî jor deye. Li hemberî polîtîkayên pişaftinê divê her ciwanek Kurd bi zimanê xwe bixwîne û binivîsîne. Dema ku em li kuçeyan digerin dibînin ku tu kes êdî bi kurmancî û dimilî neaxivin û rewşeke helandinê heye. Berî her tiştî divê mirov hînî zimanê xwe bibe. Li Sûrê pirtûkxaneya Amed ku tenê pirtûkên Kurdî lê hene, vebûye û  ev jî kêfxweşiyeke gelekî mezin e. Divê pirtûxaneyê de pirtûkên dimilî û kurmancî hene. Di nava rojê de ez 4 saetan pirtûkên kurmancî û dimilî dixwînim."