Pîrmûsa: Bes destekê bidin dagirkeriyê

Behzad Pîrmûsa got, dewleta Tirk û hevkarên wê dixwazin atmosferek mîna sala 1992'an biafirînin, bi vî rengî li dijî gerîla dest bi şerekî berfireh bikin û ji bo PDK'ê got, "Dest ji piştevaniya dagirkeriyê berdin, Behdînan bikeve hûn ê jî biqedin."

Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Behzad Pîrmûsa ku demeke dirêj e li paytexta Swêd Stockholmê dimîne, bi karên xwe yên li ser çand û wêjeya Kurd naskirî ye. Her wiha ji ber ku ji herêma Berwarî ye, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Behdînanê ji nêz ve dişopîne. Behzad Pîrmûsa li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Behzad Pîrmûsa diyar kir ku nêta dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji mêj ve heye û destnîşan kir ku armanca êrişên ku bi bahaneya hebûna hêzên gerîla tê kirin, bêguman avakirina rewşeke defacto û tunekirina destketiyên Başûrê Kurdistanê ye.

Pîrmûsa bi bîr xist ku êrişên vê dema dawiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê hemû piştî referandûma serxwebûnê yên sala 2017'an hatin kirin û got, "Bi dîtina min, ev yek peyamek ji Başûrê Kurdistanê ye. Ji xwe ji Zaxoyê heta Başîkayê li gelek herêmên Kurdistanê gelek cih dagir kiriye. Êrişên ku serê salê li Garê dest pê kir û niha li Zap, Avaşîn û Metînayê dewam dikin, parçeyek ji vê planê ye."

Behzad Pîrmûsa bûyera par a li Zînî Wertê bi bîr xist û anî ziman ku PDK'ê hewl da atmosferek mîna ya sala 1992'an biafirîne, partiyên siyasî û raya giştî ji bo şerekî mezin ê li dijî gerîlayên PKK'ê qanih bike, lê jê nehat ku vê bike.

Behzad Pîrmûsa got, "Dewleta Tirk ji bo tola têkçûna xwe ya li Garê hilîne, êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê kir."

Behzad Pîrmûsa destnîşan kir ku ew ne bawer e rewş li atmosfera sala 1992'an vegere û wiha dewam kir, "Bi dîtina min hewldaneke bi vî rengî wê bi ser nekeve. Beşek di nava rêveberiya PDK'ê de bi xurtî piştgiriyê dide dagirkeriyê; ji ber ku bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyên mafyayî ne, mîna firotina petrolê, spîkirina pereyan. Em zanin ku di nava PDK'ê de beşek heye ku nuqteyên gerîla îxbar dike, agahiyên îstîxbaratî dide hêzên dagirker û ji bo tasfiyekirina hêzên gerîla bi dewleta Tirk re bi her awayî hevkariyê dike. Divê ev beş tavilê çavên xwe veke û bes hevkariyê bi dagirkeran re bike. Her wiha eger êrişên dewleta Tirk hîn bêhtir bêperwa bibe, ev beş jî wê nema piştgiriyê bide. Ji xwe eger dagirkerî bi ser bikeve wê herî zêde zerarê bide wan. PDK jî wê di vê rewşê de Behdînanê ji dest bide, ketina Behdînanê wê were wateya tunebûna PDK'ê. Divê PDK'î vê rastiyê baş zanibin û li gorî wê tevbigerin."

Behzad Pîrmûsa destnîşan kir ku li nava raya giştî ya Başûrê Kurdistanê nerazîbûna li dijî dagirkeriyê mezin dibe û got, "Êdî nerazîbûna parlamenterên PDK'ê jî li dijî dewleta Tirk zêde dibe. Di vê mijarê de ez bi hêvî me. Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla wê bibe yek û bi raya giştî ya xurt wê dawî li dagirkeriyê bê anîn."