Peymana ku Kurdistan kir çar parçe: Lozan

Bûyerên ji Şerê Cîhanê yê 1. heta pevajoya Lozanê qewimîn, hê di arşîva gelek welatan de veşartî ne. Raperînên Kurd ên bi Lozanê re dest pê kirin, ev 94 sal in didomin. Gelo vê pêvajoyê çawa dest pê kir?

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, li erdnîgariya Rojhilata Navîn sînor hatin xêzkirin. Ev sînorên hatin xêzkirin, sala 1639'an bi peymana Qasri-Şîrîn re ku di navbera Osmanî û Îranê de hate mohrkirin, Kurd kir du parçe. Kurd, 24'ê Tîrmeha 1923'an bi peymana Lozanê re bûn çar parçe. Heta peymana Lozanê, Kurd li Tirkiyeyê yek ji pêkhateyên afirîner bû, lê piştî ku ev peyman kete meriyetê, bi pêvajoya avakirina Neteweya Tirk re polîtîkaya înkar û tinekirinê ya 'Yek milet, yek dewlet, yek ziman, yek welat' kete dewrê. Bûyerên ji Şerê Cîhanê yê 1. heta pevajoya Lozanê qewimîn, hê di arşîva gelek welatan de veşartî ne. Raperînên Kurd ên bi Lozanê re dest pê kirin, ev 94 sal in didomin. Gelo vê pêvajoyê çawa dest pê kir?

Mûstafa Kemal û gelek rêveberên wî, ji bo rexneyên wekîlên Kurdan ên beriya pêvajoya Lozanê taloq bikin û nîşan bidin ku ew Kurdan înkar nakin, di vê demê de gelek daxuyanî dan. Wekî din Destûra Bingehîn a 1921'an bi giranî bal kişand ser statuya xweseriyê ya herêman. Li wîlayetan, di mijarên parastin, têkiliyên navneteweyî û bacê de erk bi navendê re bû, lê di mijarên perwerde, aborî, tenduristî, çandinî û avadaniyê de erk ji 'Şûrayên Wîlayetê' re hatibû dayin. Ji bo Wîlayetan erkên weke rêveberiyên xweser hatibûn naskirin. Destûra Bingehîn a 21'ê, ku di sala 1921'ê de hate qebûlkirin, Kurd jî di nava xwe de vedihewand.

RÛNIŞTINÊN VEŞARTÎ Û DAXWAZÊN KURDAN

Çavkaniyên Fransa û Îngilîz îdîa dikin, ku sala 1922'an di navbera heyetên hatin Kurdistanê û wekîlên Kurdistanê yên li Meclîsê de li ser mafên Kurdan ên di nava dewleta bê avakirin de hevdîitn kirine. Tê gotin gelek ji van belgeyan hê di arşîvên veşartî yên van welatên navborî de ne.

Lêkolîner Hasan Yildiz, di xebata xwe ya bi navê "Bi belgeyên Fransayê re, li sêgoşeya Sevr-Lozan-Mûsilê Kurdistan' di arşîva Wezareta Karên Derve ya Fransayê de belgeyek heye ku nîşan dide Kurd piştî berxwedana Koçgirî hatine Enqereyê û daxwaza xweseriyê ji meclîsê kirine. Li gorî Yildiz, Kurdên li herêmên Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Amedê 25'ê Mijdara 1921'ê belavokeke hevpar weşandine û daxwaza xweseriyê ji meclîsê kirine.

Li gorî Robert Olson ê li arşîvên Îngilîz dixebite, 24'ê Adara 1922'an Komîserê Brîtanyayî yê li Stenbolê Sîr Horace Rûmbold ji Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Lord Cûrzon re raporek şandiye û di beşek ji vê raporê re tê destnîşankirin, ku mijara xweseriya Kurdan li meclîsê hatiye nîqaşkirin.

AXAFTINA ÎZMÎTÊ YA NEKARÎ BÊ VEŞARTIN

Bêguman belgeya herî vekirî ya li ser soza 'xweseriyê' ya ji bo Kurdan, axaftina Mûstafa Kemal a bi rojnamevanan e, ku li Îzmît Kasriyê di dema destpêkirina danûstnadinên Lozanê de bi rojnamevanan re civiya. Mûstafa Kemal ji 14'ê Çileya 1923'an heta 20'ê Sibatê dest bi gera Rojavayê Anatoliyê ya ji bo 35 rojan kir. Êvara 16'ê Çileyê heta sibeha 17'ê Çiileyê li ser gelek mijaran bi rojnamevanan re axivî.

LI ŞÛNA SERXWEBÛNÊ, DIVÊ XWESERÎ BE

Orjînala vê belgeyê bi dehan salan hate veşartin. Bersiva ku Mûstafa Kemal da pirsa Ahmet Emîn (Yalman) ê ji Vakîtê, çi ji dil be çi jî ji bo xapandinê be, soza ji bo statuya xweseriyê ya Kurdan bû.

Yalman bla kişandibû ser pirsgirêka Kurd û pirsa "Pirsgirêka Kurdbûnê çi ye?" li Mûstafa Kemal kiribû. Mûstafa Kemal jî ev bersiv da bû:

"Pirsgirêka Kurd ne li berjewendiyên me yanî ne li berjewendiyên Tirkan e. Weke ku hûn jî dizanin, pêkhateyên Kurd di nava sînorên me yên milî de ewçendî bi cih bûne, ku kêm ji wan li cihên diyarkirî zêde ne. Di nava pêkhateya tirk de belav bûne. Eger li ser navê Kurdîtiyê sînorek bê xêzkirin wê ev yek Tirkîtiyê û Tirkiyeyê mahf bike. Mînak, divê sînorekî heta Erzîrom, Erzîngan, Sêwas, Xarpûtê bê destnîşankirin. her wiha divê eşîrên Kurd ên li çolên Konyayê jî ji nedîtî ve neyên dîtin.

Lewma li şûna Kurdîtiyeke bi tena serê xwe, ji xwe xweseriyek li gorî Qanûna Teşkilatî Esasiye heye. Wê demê eger ew lîwa ya gelê Kurd be, hingî wê xwe li wir bi rengekî xweser bi rê ve bibin."

Mûstafa Kemal di vê axaftina xwe de li şûna daxwaza serxwebûnê, balê dikişîne ser muxtariyekê.

Di dema van daxuyaniyan de li Lozanê danûstandinan dest pê kiribû. Tê zanîn ku danûstandinên li Lozanê jî di nava rewşeke ku bi awayekî zelal hatibû fêhmkirin wê wîlayeta Kurdan a Mûsilê ji Brîtanyayê neyê girtin, dihate kirin. Her wiha eşkere dibû ku hewl didan pêşî li nerazîbûna Kurdan bigirin û wan mijûl bikin.

YÊ KU BI NAVÊ KURDAN LI LOZANÊ BÛ, KURD TEMSÎL NEDIKIR

Aliyê Tirk, ji bo rexneyên li ser Kurdan bê kirin bitepisîne û binpê bike, weke rêbazekê hin kesê weke 'Kurd' xistibû heyeta xwe.

Hevdîtinên li bajarê Lozan ê Swîsreyê, 21'ê Mijdara 1922'an dest pê kir. Heyetek ji 27 kesan a bi serokatiya Îsmet Înonu, Dr. Riza Nûr û Hasan Saka Tirkiye temsîl dikir û Kurdek jî weke 'nûner' nîşan da bû. Ev kes jî, wekîlê Amedê Zulfu (Tîgrel) Beg ê ji Meclîsa Mebûsan a Osmanî derbasî Meclîsa Tirkiyeyê bûbû. Zulfu Tîrgel di dema Qirkirina Ermeniyan a 1915'an de ji ber sûcê ku tevî Pîrînççîzade Fevzî Beg sûc kiribû, wextekê ji aliyê Îngilîzan ve hatibû girtin. Ji xwe piştî ku ji aliyê Îngilîzan ve hate berdan, yekser çû Enqereyê û weke mebûs cih girtibû.

Di encama hevdîtin û danûstandinan de, heyeta Tirk Peymana Lozanê ya ku çareseriya pirsgirêka Mûsilê bi danûstandinên cuda yên bi Îngilîzan re destnîşan dikir, 24'ê Tîrmeha 1923'an îmze kirin.

XALÊN LI SER BIKARANÎNA ZIMANÊ DAYIKÊ BI CIH NEHATIN ANÎN

Heyeta Tirk ku mijara Mûsilê li Lozanê taloq kir û piştî raperîna Şêx Seîd a 1925'an ji Îngilîzan re hişt, mafên Kurdan ên li nava sînorên Tirkiyeyê ji rojevê xist. dema ku gelek xalên li Lozanê hatin qebûlkirin bi baldarî werin kontrolkirin, tê dîtin ku qet nebe mafê bikaranîna zimanê dayikê yê Kurdan hatiye garantîkirin.

Peymana Lozanê ku weke sedema înkarkirina hemû mafên Kurdan tê nîşandan, hin xalên wê yên ku Kurdan eleqedar dike bi zanebûn bicih nehatin anîn. Di beşa xalên 37 û 45'an de ku 'hindikahiyên' li Tirkiyeyê eleqedar dike, gelek lêkolîner dibêjin, mijara bikarnaînz zimanê dayikê ne tenê jib o 'hindikaiyên olî' hatiye destnîşankirin. Lêkolîner diyar dikin, ku ev xal ji bo her kesên ku ne Tirk in, derbas dibe.

1,3 MÎLYON RÛM JI SER AXA KU BI HEZARAN SALAN LÊ DIJIYAN HATIN DERXISTIN

Li dewleta piştî Lozanê hate avakirin, gotina 'yek dewlet, yek welat, yek ol, yek ziman û yek milet' wê veguheriya polîtîkaya fermî. Ji bo bicihanîna van gotinan jî diviyabû Kurd û gelên din bihatina înkarkirin. her wiha hejmara Rûmên ku weke gefekê dihatin dîtin, 1 mîlyon 500 hezar bû.

Di vê çarçoveyê de 1,3 mîlyon Rûmên Ortodoks ên bi hezaran salan li Anatoliyê dijiyan, neçar dihatin hiştin ku koçî Yewnanîstanê bikin.

Destûra Bingehîn a 1921'ê, heta pêkhatina Peymana Lozanê bi cih hate anîn. Piştî ku Peymana Lozanê di 24'ê Tîrmeha 1923'an de hate îmzekirin, di nava 3 salan de hemû soz û garantiyên ji bo jiyana hevpar a hemû gelên li axa Mezopotamya û Anatoliyê yek bi yek ji holê hatin rakirin. Bi Destûra Bingehîn a sala 1924'an re hemû gelên li Tirkiyeyê hatin înkarkirin û bi navê 'yek milet, yek dewlet, yek ziman, yek ol' pêvajoya afirandina neteweya Tirk dest pê kir.

Bi vê pêvajoyê re Kurdên ku bi Tirkan re li dijî dagirkeriyê li ber xwe dan, gav bi gav hatin tasfiyekirin, sirgûnkirin û polîtîkaya înkar û tinekirinê li ser wan hate meşandin. Li dijî van polîtîkayên înkar û tinekirinê, di sala 1925'an de Şêx Seîd, sala 1930'î Agirî-Zîlan û sala 1938'an jî raperîna Dersimê derketin holê. Tevî ku 94 sal di ser Lozanê re derbas bûne, ev agirê serhildanê nekariye bê vemirandin.