Peyamên 1'ê Gulanê: AKP-MHP dijminê ked û Kurdan e

HDP, DBP'ê 1'ê Gulanê pîroz kir, bal kişandin ser polîtîkayên AKP-MHP'ê ya bi dijminatiya ked û Kurdan û bang kirin ku berxwedan were geşkirin.

HDP'ê û DBP'ê ji bo 1'ê Gulanê daxuyanî dan, Malbata Şenyaşar jî 1'ê Gulanê pîroz kir.

Komîsyona Kedê ya HDP'ê got kevneşopiya zext, çavtirsandin û komkujiyê ku ji berê ve li ser karker, jin û Kurdan hatiye kirin îro bi tifaqa AKP-MHP'ê tê domanddin û bang kir, ''Ji bo ku em canên ku 1'ê Gulana 1977'an me ji dest dayî em ji bîr nekin û hesab bipirsin em têkoşînê geş dikin. Ji bo kar-nan, dad û azadiyê em bang dikin ku her kes bi giyanê 1'ê Gulanê têbikoşe.

DPB'ê jî di peyama xwe de got, ''Qêrîna azadiyê ya jinan bi berxwedana Newrozê re e mê bibin yek, bi geşkirina têkoşîna kedê ya 1'ê Gulanê em ê dawî li desthilata yekzilamî bînin. Bi baweriya mafê demokratîk û azadî encex wê bi rihê piştevaniyê bi ser bikeve, em 1'ê Gulanê roja ked û piştevaniyê pîroz dikin, rêxistiniya hêviyê dikin.''

Malbata Şenyaşr jî ku ev 54 roj in li dijî komkuiya Wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî di nobeta edelateyê de ye, li ser hesabê medyaya dijîtal got, ''Di vê demê de ku adalet di bin zexta siyasî de tê serkutkirin, em malavayî li wan parêzeran dikin ku em tenê nehiştine. Slav li wan kesên xwedî wijdan ku di her şertî de dengê xwe li dengê me zêde dikin.  1'ê Gulanê, Roja Ked û Piştevaniyê pîroz be.''