Peyama MLKP’ê ya ji bo sala 2022’an

MLKP’ê têkildarî sala nû ya 2022’an peyamek weşand û diyar kir ku sala 2022'an bi têkoşîna xwe ya rizgariya neteweyî bi hêrseke çînî pêşwazî dikin .

Rêxistina MLKP’ê ya Kurdistanê têkildarî sala nû ya 2022’an peyamek weşand. MLKP’ê di peyama xwe de diyar kir ku ji qadên gerîla heta zindanan, ji kolanan heta taxên kedkaran, ji axên şoreşê heta çiyayên Şengalê hêza berxwedana me sing bi sing mezin bûye û got: “Bi sekna rêxistinkirî ya ku nayê şikandin, bi îradeya şoreşa me ya Rojava ku natewe û bi hêrsê xwe yê çînî û netewî em ê sala 2022'an pêşwazî bikin.“

Peyama MLKP’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a mêtînger bi rêbazên herî bixwîn, qirêj û namerdane êrîşî gelê me yê Kurd, nûnerên demokratîk ên şoreşger ên gelê me, gerîla û şoreşa me kir. Xwestekên gelê me yê Kurd ên herî biçûk ên demokratîk a netewî careke din bi hilkişandina terora mêtînger a faşîst a dewletê bersivand. Êrîşa xwe ya xistina zindanan li dijî welatperêzên Kurd û welatperêzên sosyalîst bênavber berdewam kir. Hemû êrîşên faşîst ku bi armanca fetisandina pêşengên gelê me, bidawîkirina hebûna sazuzimaniya rêxistinên me, tunekirina zenebûna netewî ya gelê me li dîwarê berxwedana gelê me û pêşengê wê ket.

GERÎLA DESTANÊN BERXWEDANÎ NIVÎSAND

Berxwedana herî bêhampa li qadên parastina medyayê tê jiyîn. Êrîşa dagirkeriyê ku bi çekên kimyewî, SÎHA, balafirên şer û leşkerên şer ên ku bi teknilojiya dawî hatine bi techîzat kirin hatiye destpêkirin bi berxwedana mezin a gerîlayên me hat sekinandin. Li dijî artêşa NATO'yê ya herî mezin a duyemîn gerîlayên me destanên berxwedanê nivîsandin.

GELÊ ME BILINDKIRINA ALA BERXWEDANÊ BERSIVA HERÎ XURT DA

Dewleta Tirk a mêtînger a faşîst êrîşên xwe yên li ser Şengal û Maxmûrê berdewam kir. Ev êrîşên ku li kûderê dibe bila bibe ev êrîşên ku xwe bi xwe birêvebirina gelê me, di kîjan astê de dibe bila bibe şikenandina vîna netewî ya Kurd û girtina di bin nîrê a Kurdan gelê me serî netewand û bi bilindkirina ala berxwedanê bersivand. Piştgiriya herî mezin Emerîka û dewletên rêveber ên Yekîtiya Ewropa yên emperyalîst dide dewleta Tirk a ku êrîşa Qadên Parastina Medyayê û Şengalê dike, nexweşxane, gund, zarok û pêşengên gel bombebaran dike ye. Ev giştî şirîkên êrîşên mêtînger in. Bê erêkirin û piştgiriya wan dewleta Tirk nikare teşebûsî êrîşeke di astê de bike. Hêzên emperyal bi dayina piştgiriya kamil a dewleta Tirk binxistina gerîla ya leşkerî, radestbûna hêzên me yên netewî yên siyasî, taswiyekirina hebûna rêxistiniya me ya netewî armanç digire. Li Şengalê bi rakirina ji holê ya rêveberiya xweser a gelê me yê Êzîdî dixwaze li dijî fermaneke nû wan bê parastin bihêle. Şirîkbûna vê peymanê ya partiyekî Kurd wek PDK'ê ji bo têkoşîna me ye netewî ya Kurd bi serê xwe çavkaniyeke şermê ye. 

HEVKARIYA PDK’Ê YA BI TIRKIYEYÊ RE

PDK'ê tenê ne li Şengalê li Qadên Parastina Medyayê jî li dijî gerîla hevkariya dewleta Tirk dike. Bi dorpêçkirina gerîla qabiliyeta tevgera gerîla sînordar dike, êrîşên ku bi komkujiyê encam digire li dijî gerîla li dar dixe. Bi girtina rêyên ku ji Başûr û Şengalê derbasî Rojava dibe qasî ku li hemberî gerîlayê me li dijî şoreşa me ya Rojava jî xata îxanetê ya netewî kûr dike, parêzvaniya dewleta Tirk a mêtînger mezin dike.

Di heman demê de dewleta Tirk û Îran jî êrîşa gelê me yê Kurd dike, daxwazên demokratîk ên netewî yên herî biçûk û xwesteka azadiyê bi êrîşkariyeke faşîst a mêtînger dibersivîne, hemanî Tirkiyê zindanan dizivirîne tabûtgehekê. Dewleta mêtînger a Îranê jî bi êrîşên xwe yên li gerîlayên Rojhilatî yên li Qadên Parastina Medyayê sînordar namîne, partiyên Rojhilat ên ku li Başûr wek leşkerî û siyasî tesfiye dike.

Ji qadên me yên gerîla heta zindanan, ji kolanan heta taxên kedkaran, ji axên şoreşê heta çiyayên Şengalê bi hêza berxwedana ku me sing bi sing me mezinkiriye, bi sekna rêxistinkirî ya ku nayê şkenandin, bi îradeya şoreşa me ya Rojava ku natewe û bi hêrsê xwe yê çînî û netewî  em sala 2022'an pêşwazî dikin.