Pêvajoya ku bi Kerkûkê dest pê kir û encamên wê 

Ev pêvajo wê di nava çend rojan de diyar bibe. Lê wê PDK gaveke çawa biavêje, hê ev ne diyar e.

Êrîşên artêşa Iraqê ya ligel hêzên Heşdî Şabî yên ji ser Başûrê Kerkûkê dabûn destpêkirin ji 16’ê Cotmehê û vir ve didome. Ev mudaxele di 17’ê Cotmehê de ji Xaneqînê bigire heta Celawlayê û heta Şengalê dom kir. Li Bakur jî xwe gihand Pirdê û tê gotin ku wê heta Hewlêrê bidome.

MUDAXELEYEKE NAVNETEWEYÎ

Pêvajoya li Başûrê Kurdistanê tenê bi tifaqa Îran, Iraq û Tirkiyeyê pêk nehatiye. Belkî jî herî kêm bandora vê tifaqê heye. Ev pêvajo bi erêkirina DYA, Îngîltere, Fransa û NY’yê dest pê kiriye. Heke ne wisa bûya DYA’yê wê rê li ber hêzên Heşdî Şabî yên Îranê venekira. Duh çapemeniya PDK’ê digot ku, “Heşdî Şabî bi çekên DYA’yê êrîşî pêşmergeyan dike”. Hikumeta Iraqê çekên DYA’yê da Heşdî Şabî. Wê şaş be ku mirov bibêje bêyî haya DYA’yê ev çek hatiye dayîn.

PÊVAJO ÇAWA, KÎNGÊ Û BI KÎJAN HINCETÊ HATE DESTPÊKIRIN

Pêvajoya ku artêşa Iraqê  û Heşdî Şabî Kerkûk bi dest xistin bi referandûmê re dest pê kir. Referandûm bû zemîna destpêkirina vê pêvajoyê. Heke referandûm nehata kirin dibe ku ev pêvajo wisa berfireh nehata destpêkirin. Wê di çarçoveya destûra bingehîn de çareserî bihata dîtin. Wê qadên di destê rêveberiya herêmî de,evqasî nehata tengkirin. DYA’yê wê heta cihekî  destûr neda vî tiştî. Yek ji sedema bingehîn a vê pêvajoyê jî têkiliyên PDK ên bi AKP û Erdogan re ye. Ji berê ve rêgezek heye ku dibêje petrola li Kerkûkê bi erêkirina Iraqê re dikare were firotin. DYA û saziyên navneteweyî vê rêgezê qebûl dikin. Lê PDK û Barzanî ev rêgez bin pê kir û ji sala 2014’an û vir ve petrolê difiroşe Tirkiyeyê. DYA’yê gelek caran di vî warî de peyam da. Lê PDK û Barzanî ev tişt nedît. Wê digot qey wê hevkariya wê ya bi Erdogan re wisa bidome.

REFERANDÛM WATEYA XWE ÇI BÛ?

Heyeteke ku ji DYA, Îngîltere, Fransa û NY pêk dihat ji PDK’ê xwest ku referandûmê taloq bike. Lê serokê PDK’ê Barzanî got ku, “We alternatîfeke baş pêşkêşî me kir” û alternatîfa heyetê red kir. Piştî referandûmê DYA’yê got ku ew referandûmê nas nakin. Îngîltereyê got ku, “Me alternatîfeke baş pêşkêşî wan kir lê mixabin wan ev alternatîf red kir.” Ev jî tê vê wateyê ku referandûm li dijî berjewendiyên van dewletan e û ew ê hesap bixwazin.

DYA bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin di sala 2003’an de bi mudaxeleya Iraqê re ket herêmê. Stûna herî mezin a vê projeyê ev e ku petrola Kafkas û herêmê ji ser Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bigihînin Behra Spî. DYA di 2003’an de ket herêmê û di sala 2011’an de jî bi şerê li Sûriyeyê ket Sûriyeyê. Hêzên QSD’ê tevî DYA’yê pêngava Reqayê didomand. Bi stendina Reqayê re xeta ku wê petrol lê derbas bibe, diket ewlehiyê. Piştre jî xeta Îdlîb, Lazkiye û Tartûsê dimîne, DYA’yê li rêyan digeriya ku bi Rûsyayê re li hev bike. Ji ber vê jî nedixwest ku di navbera rêveberiya Başûrê Kurdistanê  û Iraqê de krîz çêbibe. Ji ber vê jî  dixwest ku bila referandûm 2 salan were taloqkirin. DYA’yê dixwest ku têkiliyekê ava bike. Referandûma di vê pêvajoyeke wisa de tê wateya ku derbe li projeya DYA’yê were xistin. Bi referandûmê re wê Iraq tevlihev bibe û wê tu ewlehiya vê projeyê nemaya. Niha jî DYA bi Iraqê re dikeve têkiliyê û dixwaze ewlehiya projeya xwe bi wê re pêk bîne. Vî tiştî jî li gorî destûra bingehîn a Iraqê dike. Dema mirov van tiştan hemûyan bîne ba hev, tê dîtin ku pêvajoya Kerkûkê tê wateya mudaxeleya li ser Barzanî.  Wê ne şaş be ku mirov bibêje  Barzanî ji aliyê DYA, Îngîltere, Fransayê ve tê cezakirin. Ji ber ku bi referandûmê re li pêşiya vê projeyê dibe astengî.

LI KERKÛKÊ DI EREFATA ÊRÎŞÊ DESTÊWERDANÊ DE TIŞTÊN KU BÛN

Piştî çend rojên piştî referandûmê ku Barzanî gotina ‘’serê min jî di ber re here’’  pêk anî geşedanên li herêmê zêde bûn. Di destpêka van geşedanên herêmê de rageşiya vîzeyê ya di navbera Tirkiyeyê û DYA’yê destpêkir, ya herî  pêş e. Her çendî ev krîz pir jirêzê bidin nîşandan jî her roj zêdetir diyar dibe ku krîzeke pir kûr e. Lê DYA vê destêwerdanê li pêvajoyê belav dike. Ji ber ku Tirkiye jî ne welatekî wiha jirêzê ye. Ji bo vê jî destêwerdana li Tirkiyê wê li pêvajoyê belav bibe. Ev pêvajoya ku bi Kerkûkê dest pê kirî û pêvajoya ku mirov dikare weke destêwerdana li PDK’ê û Barzanî  bi nav bike, ji hêlekê ve destêwerdana li Erdogan û AKP’ê ye. Destêwerdana li PDK’ê û Erdogan destêwerdana li têkiliyên aborî, siyasî, dîplomatîk ên li Erdogan ên li herêmê ye. Ji bo vê jî destêwerdana li rêveberiya Erdogan û AKP’ê mirov weke destêwerdana li Kerkûkê, bi pêvajoya ku bi Kerkûkê dest pê kirî û bûyî destwerdana li PDK’ê û Barzanî binirxîne wê ne şaş be.

Hem dîroka pêvajoya ku bi Kerkûkê re dest pê kirî balkêş e.  Roja ku Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê hatî paqijkirin destwerdana li Kerkûkê pêk hat, ku Reqa bi endama pêngava azadkirinê de, ku serkêşê wan YPG, YPJ bûn ev destwerdan pêk hat. 16’ê Cotmehê Reqa bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate azadkirin, heman rojê jî destwerdanek li PDK’ê û Kerkûkê bû. Rewşeke têra xwe balkêş e. Mirov dikare vê  destwerdana  li Kerkûkê ya  bi desteka navnetewî ya  li dijî xeta Bakurê Sûriyê, weke têkçûna xeta PDK’ê û Barzanî bibîne.  Kî dikare bibêje ku hêzên destêwerdan naxwazin mesajeke wiha bidin..

PÊVAJO HÊ NEQEDIYAYE

Pêvajoya ku bi Kerkûkê dest pê kirî hê neheqiyaye. Tê gotin dibe ku heta bi Hewlêrê biçe. Mirov ji rewşa ber dest dikare bibêje, her çendî li tevahiya Hewlêrê berbelav nebe jî dikare heta bidestxistina balafirgehê ve biçe.

Ev pêvajo di nav çend rojan de wê biqede. Lê PDK li dij vê wê çi bike hê ne diyar e. Hikûmeta Herêmî civîna wezîran kir. Di civînê de hate gotin ‘’di nav çarçoweya destûrê de hazir in bi Bexdayê re rûnin.’’ Bi vê biryar  û daxuyaniyê de referandûma ku digotin ‘em betal nakin’ betal bû. Lê dibe ku Bexda sibe rabe û bibêje, ‘divê hûn bibêjin ku me referandûm betal kiriye.’’

Wê rewş bi kû ve biçe ji niha ve ne diyar e. Lê bêyî ku bi derengî bikeve, di nav çend rojan de em ê bibînin ku rewş bi kû ve diçe.