Pêşwazîkirina kujer Gencer di odeya meqamê de!

Parêzer Gurbet Uçar da zanîn ku kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer li Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajar a Îzmîrê li odeya meqamê hatiye ezimandin.

Rûniştina doza Onûr Gencer ku di 17’ê Hezîrana 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û di êrişê de xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû, îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hatibû destpêkirin û rûniştin berdewam e. Di rûniştinê de cendirmeyan ji bo parastina kujer derdora wî girtibûn. Di heman demê de pêşiya beşdarên li eywanê jî bi mertalan hatibû girtin. Hinek cendirme û polîs bi çekan ketibûn eywanê lewma jî parêzeran bertek nîşan dan. Rûniştin bi daxwaza mudaxilbûna dozê ya saziyan berdewam dike.

Di rûniştinê de nûnerên Komeleya Rojeva Mafên Mirovan (ÎHGD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Komeleya Jinan a Rosayê, Partiya Çep a Kesk, EMEP, Komeleya LGBT+ ya Ciwan, Partiya Karkerên Şoreşger (DÎP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Partiya Sosyalîst a Bindestan, TBB, Baroya Amedê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Stenbolê, Baroya Trabzonê, Baroya Şirnexê, Baroya Yalovayê, Baroya Çewlikê û Baroya Bursayê yek bi yek mafê axaftinê girtin û daxwaza xwe ya tevlibûna dozê anîn ziman.

Parêzeran xwest ku polîsên biçek ji eywanê bên derxistin û navên wan bên tomarkirin. Lê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir.

Di rûniştinê de yek ji parêzerên malbata Poyraz, Gurbet  Uçar axivî û wiha got: “Dayika Fehîme digot; ‘Min navê Denîz Gezmîş li keça xwe kiriye’ û bavê wê Abdulîllah Poyraz jî digot; ‘Keça min zaroka vî gelî ye.’ Van kesan dikariya xwe zêde hêrs bikin. Lê berevajî vê, kesên li derdora xwe vedixwendin aramiyê. Di sala 1990’an de gundê malbata Poyraz hat şewitandin û cerdevanî lê hat ferzkirin. Lê serî li ber vê zilmê netewandin.”

‘DİVÊ HÊZÊN Lİ PİŞT KUJER GENCER JÎ BÊN DÎTİN Û DARİZANDİN’

Parêzer bal kişande ser destgîrkirina kujer Gencer û wiha domand: “Jixwe şêweyê destgîrkirina wî jî nîşaneya polîtîkayê necezakirinê ya di darazê de radixe ber çavan. Di dosyayê de dîmen hene. Li odeya meqamê hatiye rûniştandin û bi awayekî baş hatiye pêşwazîkirin. Wêneyên wî kişandine. Li rehetiya xwe nihêrtiye. Em nizanin bê ka ev rehetiya wî li girtîgehê jî berdewam e yan na. Li emniyetê tenê 24 saetan ma û bêyî ku delîlek bê komkirin şandin girtîgehê. Lêpirsîneke baş nehat kirin. Kujer dibêje wî bi tena serê xwe ev qetlîame kiriye lê hewceye kesên ku derî jê re vekirîn û bi awayekî baş ezimandin jî bên tesbîtkirin û li pêşiya darazê hesab bidin.”

Piştre jî parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî jî axivîn û diyar kirin ku divê hêzên li pişt kujer Gencer jî bên dîtin û darizandin.

Rûniştina dozê berdewam e.