Pêngava Serfiraziya Şoreşger: 11 leşker hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de li Ebex û Bazîdê çalakî hatin lidarxistin û 11 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Serhedê daxuyanî da

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de hêzên me di 20’ê Gulanê de saet di 15.30’an de li nêzî gundê Sariksû yê Ebexê li dijî wesayîta zirxî ya Akrep a artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye.  Hêzên me ji nêz ve li vê wesayîta dijmin dane û wesayît îmha kirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin herî kêm 10 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

Di çarçoveya pêngavê de hêzên me di 21’ê Gulanê saet di 14.00’an de  li dijî leşkerên girê ewlehiya qereqola Serêkaniyê ya Bazîda Agiriyê, çalakiyek sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.”