Penaberê ku ew avêtin çemê Merîçê hê jî winda ye

Mohammed Îsmaîl ê ku ew avêtibûn çemê Merîçê hê jî tu agahî jê nayê stendin. Bavê wî Alî Ahmet Îsmaîl xwest kurê wî were dîtin.

Li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan ji bo penaberê ku piştî ew avêtibûn çemê Merîçê tu agahî nehate stendin, bi tevlêbûna malbat û parêzerê penaberê winda daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Hevseroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan Gulseren Yolerî, parêzerên OHD’ê û Endamê Meclîsa Platforma Penaberan Taha Elgazî tevlî civînê bûn.

Yolerî di civînê de diyar kir ku bûyerên wisa yên li dijî penaberan rê li ber nefretê vedike û got “Pêkanînên giran ên li ser derbasbûna sînoran rê li ber bûyerên xerab vedike. Penaberên ku dixwazin werin Tirkiyeyê yan jî ji Tirkiyeyê biçin, gelek caran jiyana xwe ji dest didin.”

Penaberekî ku ew jî avêtibûn çem û nexwest navê xwe bide diyar kir ku Muhammed Îsmaîl jî di nav de tevî 5 kesan wan xwestine derbasî Yewnanistanê bibin û got “Leşkeran em kirin komên ji 5 kesan pêk tê. Ji koma Îsmaîl du kes avêtin çem, piştre me agahî ji wan nestendin. Dibe ku mjirine. Divê ev kesên winda werin dîtin û berpirsyar werin darizandin.”

Alî Ahmet Îsmaîl ê ku kurê wî avêtine çem jî xwest kurê wî were dîtin.

Parêzerê malbatê Vedat Çagirtekîn ê endamê OHD’ê jî diyar kir ku ew dixwazin xebatên lêgerînê were destpêkirin û wan serî li AFAD û Walîtiya Edîrneyê dane.

Parêzer Ahmet Baran Çelîk jî diyar kir ku li gorî lêkolînên wan ji sala 2011’an heta 20’ê Tebaxa 2021’an li ser sînorê Sûriyeyê 502 kes ji aliyê leşkeran hatine kuştin û 742 kes jî birîndar bûne. Çelîk got “Li ser sînorê Edîrneyê jî gelek kes tên kuştin. Hefteya pêş em ê rapora xwe ya li ser vê meseleyê eşkere bikin.”