PEN Înternatîonal, FIDH û OMCT girtina rojnamevanan şermezar kirin

PEN Înternatîonal, Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî û Rêxistina Têkoşîna li Dijî Êşkenceyê ya Cîhanê bal kişandin ser girtina keyfî ya rojnamevanan û xwestin rojnamevanên girtî “demildest û bê şert û merc” bên berdan.

PEN Înternatîonal’ê daxuyaniyek da û xwest 16 rojnamevanên Kurd ên li Amedê hatin girtin bên berdan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê Tirkiye dest ji bikaranîna qanûnên antî-terorê û qanûnên din ên bi rêya wan rojnamevanên serbixwe dike hedef berde û piştgiriyê bide mafê ragihandin û wergirtina agahiyan jî di nav de mafê azadiya îfadeyê.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 8'ê Hezîranê de bi awayeke hemwext bi ser mal û saziyên rojnamevanan de hatiye girtin û hemû kel û pelên wan ên ji bo rojnamevaniyê pêwîst in, hatine desteserkirin, di daxuyaniyê de hate gotin ku di çapemeniya sereke de bi pêşxistina propagandaya reş a li dijî rojnamevanan, dezenformasyon tê kirin. Di daxuyaniya ku tê de agahiyên hiqûqî yên berfireh li ser pêvajoya destgîrkirin û girtinê hatine dayîn de, Serokê Komîteya Nivîskarên di Girtîgehan de Ma Thîda wiha got: “PEN Înternatîonal bi tundî destgîrkirina 15 rojnamevan û xebatkarekî medyayê li Amedê şermezar dike ku wisa xuya dike ku ev yek beşek ji hewldaneke sîstematîk a ji bo bêdengkirina medyaya serbixwe li Tirkiyê ye û bandoreke nerênî li ser azadiya ramanê dike. Em di wê baweriyê de ne ku rojnamevan ji ber ku karên xwe dikirin tên cezakirin. Divê darizandina girtî bi dawî bibe û rojnamevan demildest bên berdan.

QANÛNA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ TÊ BIKARANÎN

PEN Înternatîonalê gelek caran bi karanîna qanûnên têkoşîna li dijî terorê û qanûnên din ji aliyê rayedarên Tirk ve ji bo hedefgirtina dengên muxalîfan şermezar kiriye. Serdegirtinên 8'ê Hezîranê yek ji mezintirîn operasyonên salên dawî yên li dijî rojnamevanan li herêma Başûrê Rojhilatê Tirkiyê ku piraniya şêniyên wê Kurd in e. Tepisandina çand û zimanê Kurdî li Tirkiyê bi awayekî hovane didome, weşanên Kurdî û piraniya saziyên çapemeniyê yên alîgirê Kurdan tên girtin. Gelek rojnamevanên Kurd û alîgirê Kurdan bi sûcên terorê yên derew di zindanan de terkî rizandinê tên kirin.”

'DEMILDEST Û BÊŞERT Û MERC SERBEST BERDIN’

FIDH (Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî) ku rêxistineke sivîl a mafên mirovan a navneteweyî ye ku 192 rêxistinên ji 117 welatan li hev dicivîne û Rêxistina Têkoşîna li Dijî Êşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) ku li 90 welatan zêdetirî 200 endamên wê hene, girtina rojnamevanan bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar şermezar kirin.

FIDH'ê duh bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser destgîrkirina 22 kesan ya 8'ê Hezîranê ku ji wana 16 rojnamevan bi awayeke keyfî hatin girtin û ev rewşa ku azadiya çapemeniyê û îfadeyê binpê dike şermezar kir. Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin ku rojnamevanên girtî demildest û bê şert û merc bên berdan û her wiha dawî li hemû kiryarên çewisandina rojnamevanan li welat bê anîn.

'QANÛNA DEZENFORMASYONÊ'

Di daxuyaniyê de behsa pêvajoya ku rojnamevanên girtî têre derbas dibin hat kirin, her wiha bal hat kişandin li ser qanûna “Dezenformasyonê” ya ku di şeva girtina rojnamevanan de di asta meclîsê de hat nîqaşkirin û wiha hat gotin: “Dema ku mirov mînakên fikaran çêdike yên wek destgîrkirinên keyfî û tacîzên edlî digire berçavan, dibîne ku ev pêşnûme metirsiyek cidî ye li ser azadiya îfadeyê û bi taybetî azadiya çapemeniyê li Tirkiyê. Ji ber vê yekê rojnamevanên li welat bi tundî li dijî wê derdikevin.”

JI MAFÊ AZADIYA ÎFADEYÊ RE RÊZ BIGIRIN

Di berdewamiya daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: “Weke FIDH û OMCT, em dixwazin bi bîr bînin ku li Tirkiyê her cure çewisandina darazê, di nav de destgîrkirinên keyfî, girtin û mehkûmkirina Kurdan, parêzvanên mafên mirovan û rojnamevanan ya di çarçoveya qanûna li dijî terorê de ku pêwîste bê rexnekirin gelekî berbelav bûye. Weke FIDH û OMCT, em destgîrkirina keyfî ya 16 rojnamevanên navborî û cezakirina wan a ji ber ku azadiya çapemeniyê jî di nav de, bi awayekî rewa azadiya xwe îfadekirinê bikar anîne, her wiha tacîza darazê ya li dijî rojnamevanên din ên li Tirkiyê bi tundî şermezar dikin. Rêxistinên me bang li rayedarên Tirkiyê dikin ku hemû rojnamevanên li welat bi awayekî keyfî hatine girtin, tavilê û bê şert û merc serbest berdin. FIDH û OMCT her weha ji rayedaran daxwaz dikin ku hemû rojnamevanên li Tirkiyê karibin erkên xwe yên rewa bêyî tirsa tolhildanê û tacîza darazê jî di nav de dûrî hemû sînordarkirnan bikaribin bi cih bînin. Di dawiyê de rêxistinên me fikara xwe ya li hember pêşnûmeya dezenformasyona xeternak tînin ziman û daxwaz ji rayedarên Tirkiyê dikin ku bes qanûnan derxînin û di bin her şert û mercî de azadiya çapemeniyê jî di nav de rêz li mafê azadiya îfadeyê bê girtin û parastin.”