PDK li dijî gerîla dikeve çeperan

PDK bênavber hêz û çekên giran ber bi qadên gerîla ve vediguhezîne. Bi kepçe, makîneyên kar jî rê û çeperan çêdike. Dîmenê van amadekariyên leşkerî yên PDK'ê yên li dijî gerîla hate kişandin.

Ji meha Hezîranê û vir ve hewldanên provokatîf û êrişên PDK'ê zêde dibin. Hêzên taybet ên PDK'ê ku ji bo pereyan şer dikin, 5'ê Hezîranê êriş birin ser herêmeke gerîlayên PKK'ê ku bi dehan sal in gerîla lê ne.

Êrişa PDK'ê ya li ser çeperên gerîla yên li qadên Girê Çarçel û Girê Hakkarî yên Metînayê bûbû sedema provokasyonekê û di encamê de 5 kesên ser bi PDK'ê ve jiyana xwe ji dest da bûn, ku hîn jî çawaniya vê yekê ji aliyê PDK'ê ve ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.

PDK'ê ev êriş xiste stuyê gerîlayên HPG'ê, lê belê HPG'ê bi daxuyaniyekê xwest ku heyeteke serbixwe bê avakirin û rastî bê eşkerekirin. HPG'ê diyar kiribû ku wan êriş nebirine ser hêzên PDK'ê.

Hin heyet çûn cihê bûyerê, lê tevî ku du meh di ser re derbas bûne hîn jî rastiya bûyerê ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.

Hêzên PDK'ê roja 24'ê Tîrmehê bi konvoyek ji makîneyên kar, çekên giran û wesayitên zirxî bi ser nuqteyên gerîla yên li qada Girê Çarçelê ve çûn û ev jî bû sedem ku ji bo demeke kurt şer biqewime. Ji ber ku hêzên PDK'ê bi çekên giran gule û bombe li qadên gerîla barand, li herêma Metînayê şewateke berfireh rû da û bi rojan dewam kir.

Li medyayê hate parvekirin ku 26'ê Tîrmehê hêzên taybet ên ser bi PDK'ê êriş birin ser gerîlayên HPG'ê yên li qada Xelîfanê û di vê êrişê de hin gerîla şehîd bûne, hinek jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 29'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku bûyereke bi vî rengî dibe ku qewimî be, ji 26'ê Tîrmehê ve nikarin têkiliyê bi yekîneyeke xwe re deynin û ji PDK'ê xwest ku daxuyaniyeke rast û cihê baweriyê bide.

Lê belê li şûna ku PDK rastiya vê bûyerê vebêje, êvara 29'ê Tîrmehê hêzên xwe bi konvoyek ji wesayitên sivîl û zirxî şand qada Rênçbirax a li Zagrosan.

Li gorî agahiyan, hêzên gerîla bi devkî hişyarî dan hêzên PDK'ê ku bi pêş ve neçin, lê belê hêzên PDK'ê çek li gerîla kişandin, bi vî rengî hewl dan provokasyonê çêbikin û di encama nêzîkatiya berpirsyarane ya xelkê herêmê ku kete navberê, pêşî li provokasyonê hate girtin.

Êrişa PDK'ê ya li Xelîfanê ku di encamê de bû sedema şehadeta gerîla, hewldana provokatîf a li qada Rênçbiraxê û çêkirina çeperan li herêma Metînayê, nîşan didin ku PDK bi rengekî eşkere xwe ji bo şer amade dike.

Hêzên PDK'ê yên li herêma Metînayê bi çekên giran, kepçe û makîneyên kar bênavber kozikan dikolin, çeperan çêdikin. Bi taybetî li qadên ku sivîl lê nîne dest bi çêkirina qereqol û çeperan kiriye. Dîmenê vê amadekariya li Metînayê hate kişandin.

Rayedarên PDK'ê bi daxuyaniyên cuda ku didin raya giştî ya Kurdistanê, îdîa dikin ku ew êrişê nabin ser hêzên gerîla, lê belê bûyerên ku li herêmê diqewimin nîşan didin ku rastî berevajî van daxuyaniyên rayedarên PDK'ê ye.