PDK komkujiyên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dinixûmîne

Li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk ji dîrokê ve welatiyên sivîl qetil dike û hevkarê wê PDK jî ketiye nava veşartina kiryarên dewleta Tirk a dagirker.

Nêzî 30 sal in artêşa Tirk a dagirker çi li ser bejahî û çi jî esmanî bi tank û topanan êrîşî herêmên Zagoros, Xaxûrkê, Xinêre û Qendîl ên Başûrê Kurdistanê dike.

Di encama van êrîşên artêşa Tirk a dagirker de bi sedan welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin û bi hezaran jî birîndar bûne. Ji ber bomberdûman û topbaran bê ser û ber a Tirk welatiyan warê xwe terikanindine û gundên wan hatine wêrankirin. Yek ji van komkujiyên ku dewleta Tirk sala 2000’an li Kende Kolî ya girêdayî Sîdekanê kir û di encamê de 39 jin û zarok hatibûn qetilkirin.

Dewleta Tirk di sala 2008’an de bi opersyonên dagirkeriyê êrîşên xwe yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêdetir kiribûn.Yek ji herêmên ku herî zêde êrîş û şer lê giran bûn Çiyayê Qendîl bû.

Binarê Qendîl devereke ya çiyayî ya Başûrê Kurdistanê ye, 63 gund li xwe digire. Gelek caran dewleta Tirk di bin navê operasyonên li dijî Tevgera Azadiya Kurd de bi balafirên şer û topbarana hewan û obusan li gundên welatiyên sivîl didin. Di encama vê topbaranê de li gel windahiyên ruhî jî bax û baxçeyên welatiyan tên talankirin.

DEWLETA TIRK QATILÊ PITIKÊN YEK SALÎ NE

Yek ji qetlîama dewleta Tirk a Kortekê ye. Di dîroka 21’ê Tebaxa 2011’an malbata gundê Bolê yê girêdayî bajarokê Ranya li Kortekê bû hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker. Di bomberdûmanê de malbata ku ji 7 kesan pêktên bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Li nav malbatê pitika bi navê Solîn a yek salî jî hebû.

Her wiha 1’ê Tebaxa 2015’an saet 04:00’andîsa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Zergelê qetlîamek din kir. Welatiyê bi navê Rênas Egerş ê şahidî ji bûyerê re kir wiha got: “Saetên şevê bû, balafirên şer ên Tirk 19 bombe li avahiyên welatiyan da. Di vê bomberdûmanê de 8 welatiyên sivîl hatin qetilkirin, bi dehan jî birîndar bûn. Dîsa 8 avahiyên gund bi temamî hatin rûxandin, ziyaneke mezin gihişte gun û çend wesayîtên welatiyên sivîl jî şewitîn.”

Êrîş û bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê hê jî didomin. Rojan e balafirên şer û keşfê li ser Binarê Qendîl û derdorî wê bê navber digerin.

Di derbarê mijarê de Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîl Mihemed Hesen ji ANF’ê re axivî û ev tişt anî ziman: “Rojane balafirên şer bi bomerdûmanê li ser jingehên welatiyên sivîl dike, di encama vê bomberdûmanê de ziyaneke mezin digihêje gundî û rêderên sereke yên jiyanî yên weke bax, baxçe û lawirên gundiyan. Di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de heta niha 23 welatî jiyana xwe ji dest dane, 30 welatî jî birîndar bûne û zêdetirî sedan malê jî hatine rûxandin û êdî nayê bikaranîn.

‘DOSYAYA QÛRBANIYÊN BINARÊ QENDÎL GUHERANDIN’

Her wiha Hevşaredarê Şaredariya Binarê Qendîlê bi berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; "Dema ku cenazeyên qurbaniyên bombebarana balafirên Tirkiyeyê ji bo nexweşxaneya qezaya Soran hatin rakirin, bi fermana PDK'ê dosya qurbaniyan ji aliyê bijîşkê ve tê guhertin û li şûna bombebarana balafirên Tirkiyeyê, 'teqînek nediyar' tê bi cih kirin. Ev jî veşartina tewanên dewleta Tirk e.

Komkujiyên dewleta Tirk a li dijî welatiyên sivîl ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi dawî nabe. Roja 21’ê Adara Îsal 4 welatiyên sivîl ên dema ku Cejna Newrozê li gundê Serkan a Dola Balayan pîroz dikirin, bûn hedefa balafirên şer ên Tirk û di encama bomberdûmanê de her çar welatiyên bi navên Bêjen Mistefa, Dirbaz Mihemed Yunis, Mihemed Îsmaîl Himed, Şero Mehmud Îbrahîm hatin qetilkirin. Dema cenazeyên wan ji aliyê nasên wan ve ji bo otopsiyê didin nexweşxaneya Soran li gorî rapora dixtor derxistî dibêje ku di encama teqîneke nediyar ve jiyana xwe ji dest dane.Her kes vê yekê dizane ku ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ku li ser esmanê herêmê ve digeriyan û bomberdûman pêk aniye ve hatiye kirin.”

 ‘PKD SÛCÊN DEWLETA TIRK DINIXÛMÎNE’

Welatiyê gundê Serkan Resûl Qadir ê bi Mam Resûl tê naskirin jî şahidî ji komkujiya Serkanê re kir got: “Saet derdorî 01:05’an deqeyan balafirên şer ên Tirk gund bomberdûman kir. Min bi destê xwe parçeyên topên li gund hatî xistin kom kir, radestî hêzên asayîş û saziyên hikûmetê kir.” Mam Resûl bal kişan ser helwesta hikûmetê û got: “PDK sûcên dewleta Tirk a ku welatiyên sivîl qetil dike dinixûmîne.”

Welatiyên xizmên qurbaniyên gundê Serkan ji vê helwesta Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) nerazî ne û bavê Mistefa Wertî yê di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabû got: “Dosyayên komkujiyê hatiye guhertin. Her kes dizane zarokên me bi bombeyên balafirên dewleta Tirk hatine qetilkirin. Lê mixabin hikûmeta Herêma Kurdistan dibêjin bi teqîneke nediyar hatine kuştin.”

‘TIRKIYE DIJMINÊ HEMÛ KURDAN E’

Birayê yek ji qûrbaniyên din Mihemed Îsmaîl jî got: “Dewleta Tirk bi xwe li xwe mukûr tê ku dibêje em bomberdûman kiriye, lê belê hikûmeta Herêma Kurdistan diyar dike ku bi sedema teqîneke nediyar pêk hatiye.”

Dîsa Hêmin Mehmûd birayê yek ji qûrbaniyan ê din wiha got: “Daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku dosyaya têkildarî mijarê sererast bike. Divê hemû cîhan bizane ku rastî di encama bomberdûmana dewleta Tirk de pêk hatiye.”