Li Sîdekanê liv û tevgera hêzên PDK'ê

Li herêma Sîdekanê li nêzî qadên gerîla liv û tevgera hêzên çekdar ên PDK'ê hebû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyek bi ewle ya ji herêma Bradostê hate wergirtin, "Doh êvarê çekdarên girêdayî PDK ji devera Bolê ber bi herêma Berbizinan ve xwestine pêş ve biçin deverên di bin kontrola gerîla de ne. Li gel hişyariya gerîla jî PDK'ê di vê tevgera xwe de israr kir. Piştî rageşiya li herêmê hêzên PDK'ê neçar ma ku vegerin."

Dîsa heman çavkaniyê ragihand ku salane koçerên herêmê diçûn zozanan îsal Asayîşa PDK'ê nahêle koçber biçin zozanan. Çavkaniyê anî ziman ku PDK destûr dide kesên ku ew bixwazin biçin, ji derveyî wan nadin kesî.

Li aliyê din Eqîd Ebdula alîkarê fermandarê Baleke jî daxuyaniyek da û piştrast kir ku hêzên girêdayî PDK’ê çûne herêmên di bin kontrola gerîla de û pêşiya wan hatiye girtin.