PDK’ê hêza xwe li Berdenazê bi cih dike
Hate ragihandin ku PDK li qada Berdenazê sewqiyata leşkerî dike, dixwaze dora gerîlayan bigire û êrîş bike.
Hate ragihandin ku PDK li qada Berdenazê sewqiyata leşkerî dike, dixwaze dora gerîlayan bigire û êrîş bike.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, hêzên PDK’ê ber bi Berdenazê ve sewqiyata leşkerî dike.
Hate diyarkirin ku PDK xwe amade dike êrîşî gerîlayan bike û dixwaze dora qadên gerîlayan bigire.
Li gorî agahiyan PDK’ê di nava rojê de sewqiyata leşkerî dabû destpêkirin û ber bi êvarê ve ev sewqiyat zêde bûye.