PDK'ê herêmên di destê xwe de radestî Heşdî Şabî kir

PDK'ê, piraniya herêmên di destê xwe de, bêyî şer bike yekser radestî Heşdî Şabî kir.

Hêzên pêşmerge, ku çend roj berê ji Kerkûkê vekişiyan, di nava du rojan de xwe ji gele herêmên Başûrê Kurdistanê vekişandin û herêmên di destê xwe de radestî hêzên Heşdî Şabî kirin.

Heman rewş, roja 15'ê Cotmehê li Şengalê jî rû da. Hêzên pêşmerge ku nîvê şevê xwe ji herêma Herdanê vekişandin, saet di 03:00 de jî xwe ji navenda Şengalê vekişandin û herêmên di destê xwe de radestî hêzên Heşdî Şabî kirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, yên ku di destpêkê de ketin nava liv û tevgerê, eykîneyên Êzidî yên li nava Heşdî Şabî bûn.

PÊŞMERGE ŞER NEKIR Û YEKSER XWE VEKIŞAND

Danê sibeyê, hemû nuqteyên li navenda Şengalê û li aliyê Solakê, radestî hêzên Heşdî Şabî hatin kirin. Hêzên Heşdî Şabî, ku danê sibehê ji nû ve ketin nava liv û tevgerê, vê carê berê xwe da biniya çiyayê Şengalê û hemû herêmên PDK'ê yên ji Sinûnê heta deriyê Sihela bi dest xistin. Li van herêman şer neqewimî û pêşmergeyan yekser xwe ji herêmên xwe vekişandin.

GEL NERAZÎ YE

Heşdî Şabî danê nîvro Deriyê Sihela jî bi dest xist û bi vî rengî rêya navbera Başûrê Kurdistanê û Şengalê girt. Şêniyên herêmê ku di vê demê de hewl didan bên Şengalê, di rêzeke dirêj de man û destûr nehate dayin ku kes derbas bibe. Gelê li Şengalê jî nerazîbûn nîşanî rewşê da. 

'EGER ÊRÎŞ LI GEL BÊ KIRIN, EM Ê ŞER BIKIN'

Hêzên YBŞ û YJŞ'ê, ji navenda Şengalê heta Sinûnê, Borik û gundê Dahola, ji wir jî heta Sikiniye-Medîban-Hayale, li herêmên berê rizgarkirî, çeperên xwe diparêzin. Hêzên YBŞ'ê destnîşan kirin ku wê li dijî şer û xiyanetê bisekinin, lê eger êrîş li wan û civaka Êzidî bê kirin, wê heta dawiyê şer bikin.

Ev du roj in rewş krîtîk e. Hemû hêz sekinîne û çeperên xwe diparêzin. Gel jî piştgiriyê dide YBŞ'ê.