‘PDK dîroka me difiroşe, gerîla rûmeta me bibîr dixe’

Jina bi navê Eqlîma Faîd Mehmede Emîn a li Başûr dijî, nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û hikûmeta Başûr da û got: “Gerîla rûmeta me bibîra me dixe.’

Jina bi navê Eqlîma Faîd Mehmede Emîn a ji ber zilma dewleta Tirk ji Bakurê Kurdistanê neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike diyar kir ku dewleta Tirk bê ku cudahiyê bixe nava Kurdan de zilmê dike û got: “Dewleta Tirk dixwaze Kurdan bera hev berdin û bidin şerkirin.”

‘ME LI BAŞÛR ROJEK TENÊ JÎ XWE DERBAS NEKIRIYE’

Eqlîma got: “Dewleta Tirk her demê bûye dijminê Kurdan. Me li Başûrê Kurdistanê jî tenê rojek xweş derbas nekir. Tim balafirên şer ên Tirk li ser serê me firiyan e. Hikûmet li ber vê deng dernaxe. Bi keramet û rûmeta me dilîzin. Bazirganiya her tiştî dikin, dewlet Tirk û Îran dijminê hemû Kurdan e, ji bo wan ferqa Kurdan nake. Li vî gundî tenê em dijîn, tevî vê jî dewleta Tirk li vir dixe; ziyanê dide me, lawir û xaka me. Me ji gundê me derdixin kes li ber vê deng nake.”

‘PDK DÎROKA KURDAN DIFIROŞE’

Eqlîma da xuyakirin, hikûmeta Başûr ji bo gel dîroka xwe ji bîr bike her tiştî dike û ev got: “

 “PDK dîroka Kurdan difiroşe, lê kes hesab jê naxwaze. Ji xwe yên deng derbixin ya ndigirin an jî dikujin. Girtin, mirin û birsîbûn bûye para gelan, jiyîn jî para wan e.

‘EW XIRA DIKIN, GERÎLA ÇÊDIKE, EW HILDIWEŞÎNIN GERÎLA AVA DIKE’

Balafirên şer jîngehên me dikin hedef û bombe dikin. Ez bi berhevkirina pûngê rojaneya xwe dikim. Ev gel tev birinç diçînin, hinek jî tên me bikar tînin û bazirganiyê li ser me dikin, siyaseta xwe li ser me dikin. Niha ji bo bijîn nikarin biçin pinçaran jî berhev bikin. Em diçin komkirina pûng, an dirûna birinç balafir li me dixe. Niha ev gel çi bike?

Her tişt ne pere ye, azadî, biratî û aştî nirêxên ku bi pereyan nayên kirînin. Dixwazin civakekî felçbûyî bidin çêkirin. Dibêjin ‘Li gerîla dixin’, li me dixin. Gerîla rûmetê bibîra me dixe, rûmetê didin me. Ew xiradikin, gerîla çêdike, ew hildiweşînin gerîla ava dike.”

 ‘OCALAN ÇAVÊ KURDAN VEKIR’

Min Serok Apo qet nedîtibû, dema pirtûkên wî hatin min wêneyên wî yên li ser pirtûkê dîtin. Min bang li ciwaneke ku dizanî bixwîne û binivîse kir, wî ji bo min xwend. Wî ji bo min xwend min jî guhdar kir. Serok Apo çavê gelê Kurd vekir. Dema min li nirxandinê wî yên li ser jinê kir, hemûyê ji bo me dibêje; divê jin jî jinê nas bike. Jinên Başûrê Kurdistanê ne azad in. Yên xwedî pere, dewlemend xwe azad dibînin.”

‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI YEKÎTIYA KURDAN DERBIKEVE’

Eqlîma ya her tim reş li xwe dike, diyar kir ku dema rojekê gel azad bû wê cilên spî li xwe bike û ev nirxandin kir: “Kurdistan hê azad nebûye. Zarokên me bi azad nalîzin, balafir li wan dixin. Dixwazin gel li ber gerîla rakin, ew jî zarokên me ne, bira, kur û keçên me ne. Dixwazin me li ber hev rakin, divê kes bi van lîstikan nexapin. Divê her kes li yekîtiya Kurdan xwe derbikevin.”